Rêber Abdullah Ocalan: Rêwîtiya bi Newroza 1973’yan destpê kir şerê rûmetê bû

“Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqereyê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir û bi navê PKK’ê bi encam bû. Bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgar kirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Berxwedana zindana Amedê, tijekirina qadên Newrozê şerên rûmetê bûn”

Rêber Abdullah Ocalan: Rêwîtiya bi Newroza 1973’yan destpê kir şerê rûmetê bû
19 adar, 2023   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroz a ku dikeve sala xwe ya 2635’an bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku Rêber Abdulla Ocalan pêşengiya wê dike ji nûve gihîşt wateya xwe ya rasteqîn. Geşedanên di 51 salên dawiyê de pêk hatine jî vê rastiyê radixin ber çavan. Nexasim Rêber Abdullah Ocalan 51 sal beriya niha di rojek Newrozê de derketibû rê, lewma di serî de gelê kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn ên azadîxwaz Newrozê wekî roja bilindikirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan pêşwazî dikin.

Ji ber girîngiya mijarê, em beşek ji nirxandinên ku Rêber Abdullah Ocalan di parasnameyên xwe de vegotiye û balê dikişîne ser têkoşîna ku Newroz gihandiye van rojan, di weşînin.

NEWROZA 1973’YAN Û RASTIYA ‘KURDISTAN MÊTINGEH E’

“Di Newroza 1973’an de civîna koma me ya pêşî çêbû. Min têgîna ‘Kurdistan mêtingeh e’ pêşkêşî civînê kir û di wan rojan de ev têgîn diviyabû weke sirr û razekê bihata veşartin. Herçiqasî nûnerên du komên sereke yên meylên asîmîlasyonîst hevkar ê wê demê Kemal Burkay û Mumtaz Kotan îddîa bikin ku ew têgîn bi kar anîne jî ez yeqîn nakim ku rast e. Eger wisa bûya min hewce nedidît vê têgînê weke sirrekê veşêrim. Paşê guftûgoyên der barê Kurdan de li ser têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ meşiyan. Pirraniya çepgirên Tirk bi gotina “Tevahiya Tirkiyê mêtingeh e, yan jî nîv-mêtingeh e” hewl didan pirsgirêkê ji ciddiyetê dûr bikin. Li gorî min hebûna Kurdan bi şêwazekî şoreşgerî, di serî de Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Brahîm Kaypakkaya û hevalên wan, kengî di berdêla canê xwe de weke gotin ev têgîn anîne ziman piştrast bûye. Ji vir û pêve, pirsgirêk azadî û rizgariya ji vê statuyê bû. Teoriya Kurdistana Mêtingeh li ser vê riyê destpêkeke rast bû.

MA JI VÊ MEZINTIR HEDEF HEBÛ?

Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin.

TIJEKIRINA QADÊN NEWROZÊ JI ALIYÊ DEH HEZARAN VE REWŞEKE VEJÎNÊ BÛ

Ji lewra bûyerên îdeolojîk-polîtîk û berxwedanên piştî 1980’î ji bo ku rastiya Kurd weke heqîqet bê îfadekirin, maneya xwe wê gelekî mezin bûya. Berxwedana çekdarî û kişandina gel a nava şer, gavên dîrokî bûn. Ji ber ku di rewşekê de ku her kesî çîz dikir, van gavavêtinan wê dengê heqîqetê bilind bikira. Lewma têkoşîna çekdarî tam jî di demên bi vî rengî de wê weke dengê herî bi hêz û adil ê heqîqetê holan bidaya. Bi vî awayî jî bû. Tevî ku Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ji aliyê teknîkî û taktîkî ve baş nehate destpêkirin jî di rastiya Kurd de gelekî holan da. Kurdên em li wan digeriyan hêdî hêdî xwe nîşan didan, tevî hemû aliyên xwe yên neyênî ref bi ref tevlî dibûn. Komên muzîk û hozanan pirr dibûn, hejmara dostan zêde dibû. Min xwe ji tenêtiyê rizgar dikir û ez civakî dibûm. Rastiya heqîqetê ya bi hesreta wê bûm, heqîqeta rastî bi hêz dikir. Di van salan de hozan bi xwe dihatin deverên gerîlla lê bûn, di Newrozan de li deverên kamp hebûn ji deh hezaran zêdetir girseyên gel kom dibûn û vê têra xwe rewşa vejînê îfade dikir. Bi hatina Aram Tîgran a qada min û bi vebûna Med TV ‘eşqa hêvî jê birrî’ dest pê kir hêvî jê dibûn. Keçik jî bi coş û boş diherikîn dihatin. Min cara pêşî ew bi anor û rûmet himbêz dikirin. Dîsa me bi hev re dilîst û carinan min ew datanîn ser milên xwe. Min şerma jinê bi erdê re dikir yek û her ku min di şexsê wan de didît jiyana azad pêk tê, jiyan bêhtir manedar û xweşiktir dibû.

BERXWEDANA ZINDANA AMEDÊ ŞERÊ RÛMETÊ BÛ

Faşîzma 12’ê Îlonê bi awayekî mînaka wê tine, zimanê Kurdî qedexe kir. Ya rastî, ev polîtîka jixwe bi awayekî bi dizî û sergirtî dihat meşandin. Bi vê biryarê dixwestin nasnameya Kurdan bi awayekî eşkere tine bikin. Lewma ji bo Kurdan rêbaza bi tenê ya heyînê şer bû. Jixwe riyên din ên xweîfadekirinê hemû bi temamî hatibûn girtin. Ez dema behsa rêgirtinê dikim, mebesta min komên din in. Ji Kurdan re bi ti awayî derfet û îmkan nehatibûn hiştin hebûna xwe îspat bikin û bi awayekî azad bijîn. Di berdêla çi de dibû bila bibûya, encama çawa bibûya bila bibûya, şer ne bi tenê riya heyîn û jiyana azad bû, bi awayekî ji bo li ser piyan mayînê derman bû. Jixwe hêzên din bi sedema ku nikarîbûn bi awayekî hêja serî li vî amûrî bidin ji rojevê, ji jiyana civakî derketin. Rastiya ku temsîla wê dikirin nikarîbû wan li ser piyan bigire, wan nikarîbû pê bijîn.

Di vê demê de tişta ji bo min balkêş ew bû, têgihiştina namûsê ku diya min li ser min ferz dikir bi maneya xwe ya rastî pêk hatibû. Ya rastî, diya min xwestibû pîvaneke jiyana civakî fêrî min bike. Lê ji ber ku hêza wê têrê nedikir rastiyê rast îfade bike, hedef şaş dikir, ne di dema wê de û şaş pêk dianî. Bi vî şerê ji bo hebûna xwe, ya rastî namûsa civakî, hebûna Kurd û rûmeta wî hatibû rizgarkirin. Di vî şerî de cara pêşî bû ku mafê jiyana bi rûmet hatibû bidestxistin. Di wan salan de mirin an mayîn zêde ji hev ne cuda bûn. Ya girîng ew bû, mirov mafê jiyana bi rûmet bi dest bixista. Mînakeke vê jî di Berxwedana Li Zindana Amedê de hatibû nîşandan bû. Çalakiya Newrozê ya Mezlûm Dogan, çalakiya Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik û Mehmûd Zengîn a pê agir berdan bedena xwe, şehadeta Kemal Pîr, M. Xêrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek a di rojiya mirinê de bi temamî şerên ji bo rûmetê bûn. Bi şerê gel re hevnirx bûn. Ew slogana bi hev re bi qîrîn digotin “Şerê rûmetê wê bi ser bikeve” ev rastiya em behsa wê dikin, îfade dikir.”