Hevbendiya Neda têkoşîna jinan silav kir

Hevbendiya Neda 8`ê Adarê pîroz kir, têkoşîna jinên li seranserê cîhanê silav kir û diyar kir ku ev têkoşîna jinan dê heta bidestxistina azadî û rûmetê bidome.

Hevbendiya Neda têkoşîna jinan silav kir
9 adar, 2023   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya Neda (Hevbendiya Herêmî ya Demokratîk li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Jinan) bi minasebeta 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de berxwedana jinên li welatên Ereban û Rojhilata Navîn hat silavkirin û hat gotin: “Ev rêwîtiya têkoşînê ya jinan, heta ku mekanîzmayên şer û hemû rengên tundiya li djiî jinan û kêmneteweyên din ên olî û etnîk neyên bidawîkirin, dê ranaweste.”

Hevbendiyê piştevaniya xwe bi têkoşîna jinên li Mexrib, Efganistan, Îran û Tirkiyeyê re jî nîşan da û anî ziman ku dirûşma wan a “Wekheviya fîîlî û demokrasiya rasteqîn” dê wek sembola yekitiya ji bo parastina mafên jinan û avakirina siberoja mirovahiyê, bimîne.

(cx)