Di 8`ê Adarê de bangên jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan

Jinên kantona Qamişlo di 8ʹê Adarê de biryardariya xurtkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da û got:" ʹʹ8’ê Adarê rûmeta me ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me wateya 8ʹê Adarê nas kir.ʹʹ

Di 8`ê Adarê de bangên jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan
9 adar, 2023   06:15
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Bi boneya 8’ê Adarê jinên kantona Qamişlo bi dirûşema ‘Bi Jin Jiyan Azadî, ber bi şoreşa jinê ve’ daketin qada û biryardariya têkoşînek hîn xurttir nîşan da.

Endama Kongra Star Erwa El Salih diyar kir ku di vê rojê de jinên Kurd û Ereb û pêkhateyên din dibin yek û got “Jin tenê dikare tevahî beşên civakê bîne gel hev. Ev roj ji bo me yekkirina têkoşîn û hêzê ye."

Erwa El Salih 8ʹê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Rêber Ocalan rêberê yekemîn e ku karîbû hevgirtina civakan ava bike. Rêbertî niha jî di bîr û dilê me de ye. Em di vê rojê de banga azadiya fîzîkê ya Rêber Ocalan dikin.”  

Jina bi navê Medya Sedûn 8’ê Adarê li Rêber Abdullah, gerîlayên azadiyê û şehîdan pîroz kir û got: ʹʹEm bi hêvî ne ku sala 2023’yan bibe sala serkeftinê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo û bibe sala azadiya hemû jinên Rojhilata Navîn.ʹʹ

Dayika şehîd Sama Saliha Mistefa 8’ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan, gerilayên azadiyê û li jinên Kurdistanê û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got: ʹʹ8’ê Adarê rûmeta me ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me wateya 8ʹê Adarê nas kir. Em bang li tevahî jinên dunyayê dikin ku xwe birêxistin bikin, têkoşîna xwe xurt bikin û azad bibin. Pêwîst e jin xwedî li îrada xwe û şoreşa xwe derbikeve. Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe. Ez bi hêvî me ku em têkoşîna xwe îsal bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

ANHA