Li Meletiyê bi pileya 5,6 erdhejeke din çêbû

Li navçeya Çirmikê ya Meletiyê bi pileya 5,6 erdhejeke peyhate çêbû.

Li Meletiyê bi pileya 5,6 erdhejeke din çêbû
27 sibat, 2023   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Saet di 12.04’an de li navçeya Çirmikê ya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi pileya 5,6’an erdhejeke peyhate çêbû. Erdhej li navçeyên derdorê jî hate hîskirin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) a dewleta Tirk pileya erdhejê wek 5,6 û Rasatxaneya Kandilliyê jî weke 5,5 ragihand.