​​​​​​​Rûspiyên Til Birakê piştgirî da operasyona Birûskê Cizîrê

Rûspiyên navçeya Til Birakê piştgirî da hêzên operasyona Birûska Cizîrê û got: " Ne ji van operasyonan bûya, dê bajarên me wêran bûna, dê şaneyên DAIŞ`ê çalaktir bûna."

​​​​​​​Rûspiyên Til Birakê piştgirî da operasyona Birûskê Cizîrê
1 ÇILE, 2023   10:02
 QAMIŞLO

Operasyona Birûska Cizîrê ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 29`ê Kanûnê de bi piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye, di roja 4`an de li gundewarên Til Hemîs û Til Birakê yên kantona Qamişlo berdewam e.

Têkildarî mijarê rûspiyekî êla El Bû Xetab a navçeya Til Birakê Ehmed El Hiwêder got: “Dewleta Tirk a dagirker bi armanca vejandina DAIŞ`ê û têkbirina ewlehiya herêmê, piştgiriya şaneyên DAIŞ`ê dike. Di demekê de ku gelê herêmê destkeftiyên mezin bi dest xistin, hevgirtina wan û serkeftina Rêveberiya Xweser, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde dike û hewl dide DAIŞ`ê li herêmê vejîne.”

El Hiwêder anî ziman ku bi desteka rûspiyên herêmê, operasyona QSD`ê ya bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê hemû planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê têk bibe.

El Hiwêder pesnê operasyonê da û got: “Ne ji van operasyonan bûya, dê bajarên me wêran bûna, dê şaneyên DAIŞ`ê çalaktir bûna. Em êrişên li ser bajarên xwe çi ji aliyê DAIŞ`ê yan jî artêşa Tirk ve qebûl nakin. Em ê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî û ewlehiyê dewam bikin.”

Ji heman eşîrê, rûspiyê bi navê Dawûd El Mihemed jî got: “Em ê piştgiriya hêzên xwe bikin ku ji hevgirtina hemû pêkhateyan li hember hemî xetereyan mîna şaneyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker û ji bo pêkanîna ewlehiyê ava bûne.”

Bi hevkariya şêniyên Til Birakê, hêzên leşkerî û ewlehiyê gelek çeteyên DAIŞ`ê girtin ku li gundê Til Etşan ê navçeyê belav bûbûn û hewl didan birevin. Her wiha gelek endamên şaneyên veşartî jî girtin.

(şx)

ANHA