​​​​​​​Şêniyên Reqayê 6 şehîd oxir kirin

Bi merasîmeke girseyî şêniyên Reqayê cenazeyên 6 şehîdên xwe li goristana şehîdan a li gundê Hikumiye oxir kirin. Ew şehîd li hember êrişa çeteyên DAIŞ′ê yên li dijî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê şehîd bûbûn.

​​​​​​​Şêniyên Reqayê 6 şehîd oxir kirin
29 kanûn, 2022   15:33
REQA

Di 26′ê Kanûnê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl Ebdulcendelî, Beşar Oryal Îsmaîl, Husam Hemed El Mûsa, Enes Ebdulezîz El Meter û şervanên QSD′ê Omer Feyad El Nasir, Ehmed Nasir El Silêman gihaştin asta şehadetê. Ew şervan di dema çeteyên DAIŞ′ê êrişî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa El Diriyê ya li Reqayê kiribûn de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de malbatên şehîdan fermandarên QSD′ê, şêx û rûspiyên eşîran, endamên rêveberiyên sivîl û leşkerî û bi sedan şênî amade bûn.

Di merasîmê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a QSD′ê ya Reqayê Mistefa Bali axivî û wiha got: "Em li pêşber lehengiya şehîdan em QSD′ê tenê dikarin bêjin em li ser soza xwe ne."

Balî wiha domand: "Şehîdên me di cejna Neolê de ji bo parastina malbatên xwe ji êrişên kujer, terorîst û sûcdaran canê xwe da. Lê em soz didin şehîdan ku em ê li ser rêya wan bin, ewlehî û îstîqarê ji gel û bajarên xwe re pêk bînin. Em QSD′ê û Rêveberiya Xweser me çawa ji beriya 5 salan ve projeyên wan ên mêtîngerî têk birin, em ê dîsa têk bibin."

Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbaz Elî El Hesen axivî û wiha got: "Me soz da vî welatî giranbiha ku em ê parastina şêniyên xwe bikin. Em soz didin dayikên şehîdan ku em ê li hember çi êrişên li dijî herêmên me bibin mertal."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(fr)

ANHA