Bîlançoya salekê ya êrişên li ser Efrîn û Şehbayê

Di encama êrişên salekê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn û Şehbayê de 7 keçberên ji Efrînê û 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê şehîd bûn. 28 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Bîlançoya salekê ya êrişên li ser Efrîn û Şehbayê
25 kanûn, 2022   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2022ʹyan de êrişên dewleta Tirk a dagirker qirker ên li ser Efrîn û Şehba bi awayekî rojane û bê navber dewam dikin. Bîlançoya sala 2022ʹyan a êrişan wiha ye;  

ÇILE

Di meha Çileyê de dewleta Tirk a dagirker navçeyên Şêrawa û Şera yên herêma Efrîn û herêma Şehbayê bi 990 guleyên obîs û hawnan kirin hedef û zirar giştiye zevî û malên sivîlan. Bi awayekî rojane balafirên şer û keşfê li ser herêmê gerîn.

SIBAT

Di meha Sibatê de dewleta Tirk a dagirker navçeyên Şêrawa û Şera û herêma Şehbayê  bi 997 guleyên obîs û hawanan topbaran kirin.

15ʹê Sibatê li navçeya Til Rifat ya girêdayî herêma Şehba 4 sivîlên koçberên Efrînê birîndar bûn. Di heman demê de jî 3 balafirên xwekuj ên dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifet a Şehbayê bombebaran kir.

ADAR

Di Adarê de dewleta Tirk a dagirker navçeya Şêrawa û Şera û herêma Şehbayê bi 1670  guleyên obîs û hawan, doçka û tangan topbaran kirin. Li navçeya Ehdasê ya Şehbayê di encama teqînekê de ku li Komîna 7ʹan de pêk hatibû de 2 koçberên Efrînê şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn. Di heman demê de jî bê navber balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê gerîn.

NÎSAN

Di Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker Şêrawa, Şera û Şehbayê bi 2606 guleyên çekên giran; obîs, tang, hawan, doçka, BKS û fûzeyan topbaran kirin. Di encamê de zirarên mezin giştiye mal û zeviyên herêmê, gelek mal hatine rûxandin. Her wiha li ser Efrîn û Şehbayê balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk geriyan.

GULAN

Di Gulanê de dewleta Tirk a dagirker navçeyên Şêrawa, Şera û herêma Şehbayê  bi 5377 guleyan topbaran kirin.  Di encamê de zirarên mezintirîn giştine mal û zeviyên wan û bi dehan mal hatine rûxandin. 3 caran êriş bi dronan hatiye kirin û 3 dron hatine xwarê. Heman demê balafirên keşfê bê navber li ser Şehba û Şêrawayê geriyan.

HEZÎRAN

Di Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker bi 3620 guleyên çekên giran Şêrawa, Şera û Şehbayê da ber topan.

Di encama topbarana li ser gundê Um El Qura de welatiyek birîndar bû û her wiha erebeya wî hate şewitandin, pêve girêdayî jî zeviyên gundên Şêrawayê hatin şewitandin.Di topbarana li ser balafirxaneya Minix a Şehbayê de du leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û leşkerek birîndar  bû. Di topbarana li ser gundê Bênê yê Şêrawayê de jinek birîndar bû.

Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker 2 caran navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn û kilînka bijîşkekî diranan hat hedefkirin.

TÎRMEH

Di Tîrmehêde, Şera, Şêrawa û Şehbayê bi 3121 guleyên çekên giran hatin topbarankirin.

Di vê mehê de 4 caran êriş bi dronên xwekuj pêk hatin. Di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di êrişên vê mehê yên li ser Şehbayê de 6 jinên koçber ên ji Efrînê birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk a dagirker bê navber li seranserî herêma Şehba û Şêrewayê geriyan.

TEBAX

Di Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker navçeyên Şerawa, Şera û herêma Şehbayê bi

2633 guleyên çekên giran topbaran kirin.

2ʹyê Tebaxê di topbarana li ser gundê Aqîbê yê Şêrawayê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

4ʹê Tebaxê droneke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker Til Rifetê bombebaran kir. Di encamê de 9 welatî di nav wan de 6 zarok birîndar bûn.

16ʹê Tebaxê dewleta Tirk bi dijwarî gundê Bênê topbaran kir, di encamê de zarokekî 15 salî bi navê Ehmed Îmad Îbiş birîndar bû.

17ʹê Tebaxê dewleta Tirk bi droneke xwekuj nuqteya hikumeta Şamê ya li balafirgeha Minixê xist, di encamê de zirarên madî çêbûn.

19ʹê Tebaxê di topbarana dijwar a li ser gundewarê Şehbayê de jinek û zarokek birîndar bûn.

24ʹê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker bi dronekê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir. Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.

ÎLON

Di Îlona 2022ʹyan de dewleta Tirk a dagirker Şera, Şêrawa û Şehbayê bi 1418 guleyên çekên giran topbaran kirin.

19ʹê Tebaxê di êrişa li ser gundê Xirnêtayê de zarokeke 13 salî birîndar bû. Ji ber rewşa wê ya giran wê rakirin nexweşxaneyên Helebê û 13ʹê Îlonê li nexweşxaneyên Helebê şehîd bû.

 22ʹyê Îlonê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Merenazê yê Şerayê  bombebaran kir. Di encamê de zirarê madî çêbûn.

COTMEH

Di Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker Şera, Şêrawa û Şehabyê bi 1532 guleyên çekên giran kirin nedef.

2ʹyê Cotmehê balafira şer a dewleta Tirk gundê Bêlûniyê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn. Heman rojê gundê Merenazê bi dronekê bombebaran kir û ziyanên madî çêbûn.

7ʹê Cotmehê, çeteyên dewleta Tirk êriş birin ser gundê Til Enabê yê Şehbayê  û di navbera wan û leşkerên Şamê de şer derket. Di şer de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûn.

10 û 15ʹê Cotmehê balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk balafirgeha Minxê bombebaran kirin.

17ʹê Cotmehê di topbarana li ser gundê Aqîbê yê Şêrawayê de 2 zarok birîndar bûn.

MIJDAR

Di meha Mijdarê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Şera, Şêrawa û Şehbayê ranewestiyan.

6 Mijdarê droneke dewleta Tirk li gundê Merenaz ê Şerayê ket xwarê.

19 û 20ʹê Mijdarê di seat 12:20ʹan ê derengiya şevê de balafirên şer ên dewleta Tirk 4 caran gundê Bêlûniyê, carekê gundê Minix ê Şehbayê û 4 caran gundê Şewarxa yê navçeya Şerayê bombebaran kirin. Di encama van êrişan de 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê şehîd bûn û 22 leşkerên hikumeta Çamê jiyana xwe ji dest da û 31 leşker jî birindar bûne.

27ʹê Mijdarê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker balafirgeha Minx, gundên Merenaz û Şewarxa bombebaran kirin. Heman demê gundê Tinibê yê Şerayê topbaran kir. Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

29ʹê Mijdarê ji ber êrişên li ser gundên Soxanekê yê Şêrawayê 2 sivîl birîndar bûn.

Bi giştî herêma Efrîn û Şehbayê bi 6310 guleyên tang, obîs û hawnan hatin hedefkirin.

KANÛN

9ʹê Kanûnê di topbarana li ser gundê Semoqa yê Şehbayê de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

10ʹê Kanûnê droneke xwekujî ya dewleta Tirk gundên Aqîbe û Bênê yên Şêrawayê bombebaran kirin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Herêm bi 1430 guleyên tang, obîs, hawan, bombeter hatin topbarankirin.

Di sala 2022ʹyan de herêm bi 27 hezar û 498 guleyan hatin topbarankirin û 13 caran bi dronên xwekuî hatin bombekirin. 3 dronên dewleta Tirk ketin xwarê.

Di encama van êrişan de 44 sivîl birîndar bûn. 7 keçberên ji Efrînê û 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê şehîd bûn. 28 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 35 jî birîndar bûn.