Rûspî û rewşenbîrên Til Hemîsê: Dem hatiye rêber Abdullah Ocalan azad bibe

Rûspiyên êlan û rewşenbîrên navçeya  Til Hemîsê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Rûspî û rewşenbîrên Til Hemîsê: Dem hatiye rêber Abdullah Ocalan azad bibe
25 kanûn, 2022   08:57
QAMIŞLO

Rûspiyên êlên Ereb, endamên saziyên sivîl û rewşenbîrên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo li pêşiya Navenda Çandê kom bûn û daxuyanî da.

Rûspiyê êla El Benî Seba, Hisên El Sade dauxyanî xwend. Di dauxyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û hêzên komploger hatin şermezarkirin û hate gotin ku van hêzan bi rêya dîlgirtina rêber Ocalan hewl dan projeya demokratîk û jiyana aştiyane ya di navbera gelan de tune bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi dîlgirtin û girankirina tecrîdê, hewl dide ku nefret û nakokiyan di navbera gelên Rojhilata Navîn de belav bike û projeya neteweya demokratîk têk bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêber Abdullah Ocalan piştevanê doza jinan e, xwedî nêrîneke stratejîk e û gavên balkêş avêtin ku niha em encamên wê di şoreşa jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin. Em di wê qenaetê de ne ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan a têkildarî jinan, zemîneke xurt ji bo sazkirina çareseriyên alternatîf ji bo dozên jinan, ava kir.”

Di daxuyaniyê de bang li hikumetên têkildar, rêxistinên adil û gelên ronak hat kirin ku piştgiriyê bidin xwediyên dozên adil û mafên rewa, sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan û QSD`ê rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, dem hatiye ku rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

(şx)

ANHA