Dayikan têkildarî Komkujiya duyemîn a Parîsê bang kir

Dayikên Aştiyê Komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kir û bang li raya giştî kir ku dawî li kiryarên terorîstî ên dijî gelê Kurd bînin.

Dayikan têkildarî Komkujiya duyemîn a Parîsê bang kir
24 kanûn, 2022   10:21
ŞEHBA

Dayikên Aştiyê yên li navçeya Ehdas a herêma Şehbayê kom bûn, têkildarî Komkujiya duyem a Parîsê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Hêvî Silêman ve û bi zimanê erebî ji aliyê Emel Qehreman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujî hat şermezarkirin û bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin ku piştgiriyê bidin doza kurdî û dawî li kiryarên terorîstî ên dijî gelê Kurd bînin.

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrişa duh li Parîsê beriya salvegera 10`emîn a şehadeta sê jinên şoreşger ên Kurd (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez) di 9ʹ ê Çileya 2013ʹan de li Parîsê, pêk haiye.

Dayîkan bang li her kesê xwedî wijdan, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parasatina mafên mirovan kir ku ʹbi lezgînî mudaxele bikin û dawî li sûcên dijmirovahiyê yên dewleta Tirk û xiyanetê werînin.

(zş)

ANHA