Ji Kongra Star dijî komkujiyê banga yekrêzî û têkoşînê

Kongra Star duyemîn komkujiya Parîsê bi daxiyaniyêk girseyî şermezar kir û banga yekrêzî û bilindkirina têkoşînê li tevahiya gelê Kurd û partiyên wan kir.

Ji Kongra Star dijî komkujiyê banga yekrêzî û têkoşînê
24 kanûn, 2022   10:00
QAMIŞLO

Meclîsa Giştî ya Kongra Star bi armanca şermezarkirina duyemîn komkujiya Parisê li pêşiya Navenda Çandê Ya Mehemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyaniya ku bi dehan jin tevlî bûn, ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam Elî Hisên ve hat xwendin. 

Îbtîsam Elî Hisên komkujî bi tundî şermezar kir, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û ji bo birîndaran jî şifa xwest.

Îbtîsam Elî Hisên da zanîn ku ev komkojiya yekem nîn e ku li Parîsê pêk tê û komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê bi destê îstîxbarata Tirk pêk hatibû û 3 pêşengên têkoşîna azadiya jin şehîd bibûn, bibîr xist.  Îbtîsamê bal kişand ne tesaduf e ku êrîş nêzî 10’emîn salvegera komkujiya 9’ê Çileyê pêk hatiye û got: “êrîşkarê komkujiya 9’ê Çileyê kuştin ku rastî dernkeve holê. Eger em van bûyeran û gelek bûyerên din bînin ber hev, em ê bibînin ku gelê Kurd  bi komployek navneteweyî di qirkirinek etnîk û siyasî re derbas dibe.”

Îbtîsamê destnîşan kir ku berpirsiyariya vê bûyerê MÎT’a dewleta Turk e û eger dewleta Fransayê ji bo eşkerekirina sûcdaran erka xwe ya mirovî pêk neyine, ew ê wê berpirsiyar bibînin.  

Endama Kordînasyona Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam Elî Hisên pêkanînê dewleta Siwêdê yên radestkirina Kurdan ji bo Tirkiyeyê û şehîdxistina pêşenga jin rojnamevan û akdemîsyen Nagihan Akarsel jî bibîr xist û wekî parçeyekî van komployan binav kirin.

Îbtîsamê bang li tevahiya Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku dengê xwe bilind bikin û got ku ji her demekê zêdetir pêwîstî bi yekrêziya Kurdan heye, lewma divê hemû partiyên Kurd bi pêşengiya jinan yekrêziyê ava bikin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” bidawî bû.  

(he)