Siyasetmedar: Gelê me hêzê ji berxwedana gerîlayan digire

Siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê pesna berxwedana gerîla li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker da û diyar kirin ku gelên Rojavayê Kurdistanê hêzê ji şagirtên dibistana tevgera azadiyê digirin.

Siyasetmedar: Gelê me hêzê ji berxwedana gerîlayan digire
23 kanûn, 2022   23:45
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîlayên HPG/YJA Starê li hemberî êrişên qirkirinê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2022/12/23/200052_luqman-ehm.webp

Hevserokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê diyar kir ku rejîmên li Rojhilata Navîn dîkatator in, pirrengiya neteweyî û olî, kesayetên şoerşger û xwedî rêxistin qebûl nakin û anî ziman ku tiştên ku li herêmê rû didin, encama siyasetên wan rejîman in. Ehmê, êrişên dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê nîşaneya jî wekî mînak nîşan da.

Ehmê îşaret bi êrişên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha axivî: “Dewleta Tirk çekên kîmyewî wekî şêwazeke din a qirkirinê bi kar tîne. Her kes dizane ku ew çek qedexe ne û bikaranîna wan sûcê şer e. Divê li ser wan sûcan rêjîma Tirkiyê bê cezakirin. Lê mixabin cîhan çavê xwe li ber sûcên rêjîma Tirk girtiye.”

Di berdewama axaftina xwe de Luqman Ehmê destnîşan kir ku dewlea Tirk hewl dide hebûna gelan ji holê rake, ji ber ku li ser wê yekê xwe ava kiriye û wiha domand: “Dewleta Tirk bi hemû şêwazên şer nêzî gel dibe. Lê gel hêza xwe ji tevgera azadiyê ya Kurdistasnê digire û li ber xwe dide.”

‘REJÎMA TIRK NAXWAZE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE’

/kr/uploads/files/2022/12/23/200222_telal-mihemed.webp

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed jî bi bîr xist ku dijminê gelê Kurd bi salan e dixwaze gelê Kurd ji cih û warê wê yê dîrokî derxe û got: “Dewleta Tirk a dagirker jî aloziya Sûriyê derfet dît da ku destwerdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Lê piştevaniya gel nekir. Ew naxwaze aliyeke demokratîk li kêlek rêjîma wê bê avakirin, ji ber ku pirsgirêka Kurd heye û naxwaze çareser bibe. DAIŞ bi kar anî heta niha jî di milê siyasî û leşkerî de siyaseta qirkirinê dewam dike. Hêzên navneteweyî jî yên ku cihê xwe li herêmê digirin li hember hebûna dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê ti helwesteke cidî negirtiye.”

Di axaftina xwe de Telal Mihemed bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG/YJA Starê li hember êrişên qirkirinê û yên bi çekên kîmyewî yên deweta Tirk a dagirker û bêhelwestiya hêzên navneteweyî û ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê rexne kir.

‘ROJAVAYÊ KURDISTANÊ JI ŞAGIRTÊN DIBISTANA TEVGERA AZADIYÊ SÛD WERGIRT`

Telal Mihemed wiha domand: “Stûna ku Rojavayê Kurdistanê li ser hatiye avakirin, beşeke berxwedana gerîlayên tevgera azadiyê ye. Rojavayê Kurdistanê sûd ji şagirtên dibistana vê berxwedanê girt ku heta niha dewam dike. Ew bingeha lidarxistina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Ev jî çanda tevgera azadiya Kurdistanê ye, bi taybet azadiya jinan û birêxistinkirina ciwanan, xwendin û nirxandina rewşa siyasî ya dîrokî û pêşerojê. Me bi vê rêyê herêma xwe parast.”

‘BERXWEDANA GERÎLA HÊZÊ DIDE GELÊ ME’

Telal Mihemed diyar kir ku li ser vê bingehê divê tevgera siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê lihevkirineke siyasî pêk bîne, eniya xwe ya hundirîn xurttir bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me niha li hember hemû êrişan li ber xwe dide û ji cihê xwe dernakeve. Gelê Efrînê jî mînak e ku heta niha li Şehbayê di kampan de bi hêviya vegera li warê xwe dijî. Berxwedana gerîlayan jî hêz dide gelê me.”

ANHA