​​​​​​​Li Rojhilat û Îranê greva giştî dewam dike

Tevî kuştin û darvekirinan serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh di roja xwe ya 94’yan de berdewam kir. Greva duh destpêkirî dewam dike.

​​​​​​​Li Rojhilat û Îranê greva giştî dewam dike
20 kanûn, 2022   09:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildanên di 16’ê Îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kiribûn 94 roj li pey xwe hiştin. Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh greva giştî destpê kir. Hemû sendîka, komele û komên siyasî yên li Îranê û bajarên Rojhilat di 19, 20 û 21’ê Kanûnê de banga greva giştî kirin.

Duh li ser banga çalakvanan, li bajarên Rojhilatê Kurdistan, Sine, Seqiz, Kamyaran, Dîwander, Eywan Xerb û gelek bajarên din welatiyan dikanên xwe venekirin û ketin grevê.

Li bajarê Bokan cenazeyê Mihemed Hacî Resul Pur ku bi êşkenceyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû qetilkirin, bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ spartin axê.

Li bajarê Mihabadê jî merasîma çileya Fayeq Mamqadirî, bi tevlîbûna sedan kesan pêk hat. Li ser asta Îranê jî, gelek çalakiyên cûr be cûr li cihên giştî pêkhatin. Çalakvanan nerazîbûna xwe dijî darvekirinan nîşandan û li Tahran, Kirman û gelek bajarên din, esnafan dikanên xwe venekirin.

Li taxa Êkbatan û metroya bajarê Tahranê, çalakî û meş hatin lidarxistin. Welatiyan dijî desthilata Îranê bê navber dirûşme qêriyan. Li bajarê Reştî ya dikeve Bakurê Îranê, bi pêşengiya jinan meşek girseyî hate lidarxistin. Piştre ciwanan li nav kolanan agir pêxistin û dewleta Îranê şermezarkirin. Li Herêma Gulşarî ya Kerecê jî, carek din welatî daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Tevî kuştin, darvekirin, êriş û binçavkirinan serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber didome.