​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya: Serkeftin bi hevgirtinê misoger dibe

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, "Serkeftin bi hevgirtina pêkhateyan misoger dibe."

​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya: Serkeftin bi hevgirtinê misoger dibe
28 mijdar, 2022   14:30
REQA

Bi dehan endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya li pêşiya navenda nivîsgeha xwe ya li Reqayê ji bo tevlêbûna li daxuyaniyê kom bûn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya nivîsgehê Ebîr El Nafê daxuyanî xwend û tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Careke din dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi êrişekê dike da ku wê ewlehiyê û destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Topbaran ne sivîl ne jî leşkeran nas dike, di encama topbaran û bombebarana artêşa Tirk a dagirker de sivîl şehîd û birîndar bûn. Ev sûcên dermirovî ne û tu carî ne li gor pîvanîn navneteweyî ne, mixabin li hember wan bêdengiyeke navneteweyî heye.

Her wiha, em serhildana li Îranê jî ji bîr nakin. Ew serhildan di Îlona borî de piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê desthilatiya Îranî ve li Tehranê dest pê kir û li gelek deverên Îranê û seranserî Rojhilatê Kurdistanê belav bû.

Em bang li şêniyan dikin ku xwedî li erka xwe derkevin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”

(mh)

ANHA