Dagirker êrişî gundewarên Til Temirê û Minbicê dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de 3 gundên navçeya Til Temir ya kantona Hesekê û gundekî bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran dike.

Dagirker êrişî gundewarên Til Temirê û Minbicê dike
26 mijdar, 2022   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Minbicê bajarê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ê li başûr rojavayê bajarê Cerablusê yê dagirkirî, gundê Yalinlî yê li rojavayê Minbicê topbaran dike.

Nûçegihanê me ji Til Temirê jî ragihand ku gundê Gûzeliyê yê başûr rojavayê navçeya Til Temirê û li hember rêya M4 e, her wiha gundên Şêx Elî û Dirdara yên bakurê navçeyê bi çekên giran topbaran dike.

(cx)

ANHA