​​​​​​​Li Hesekê 5 şehîd hatin oxirkirin

Bi tevlêbûna bi hezaran kesî, cenazeyên 5 şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hatin veşartin.

​​​​​​​Li Hesekê 5 şehîd hatin oxirkirin
24 mijdar, 2022   13:10
HESEKÊ

Cenazeyên şervanên YATʹê Munteser Omer (Mizgîn Serêkaniyê), şervanên QSDʹê Îbrahîm El Nasir (Kemal Pîr), Silêman Ehmed (Dilo Ararat) û welatiyên bi navê Seydo Terbûş û Ebdurehman El Ebid ên ku rojên 22 û 23ʹyê Mijdarê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hatin veşartin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Fatima El Elî di merasîmê de axivî û anî ziman ku van şehîdan mirin li ser zilma dagirkeran tercîh kir û dev ji xaka welatê xwe bernedan ta gihaştin şehadetê.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Şoreş Hesekê anî ziman ku hêzên wan bi îradeyeke xurt û israr li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin û got: "Em şopdarên rêya azadî, felsefeya Rêbertî û xeta şehîdan in. Em gavekê paşde naavêjin. Em ê berxwedana xwe heta serkeftinê dewam bikin."

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan tevî dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî serok Apo" hatin veşartin.

(bb)

ANHA