​​​​​​​Hejmareke gundên Tirbespiyê û cihekî petrolê rastî êrişan tên

Gundên bakurê navçeya Tirbespiyê û cihekî petrolê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

​​​​​​​Hejmareke gundên Tirbespiyê û cihekî petrolê rastî êrişan tên
24 mijdar, 2022   13:06
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ji navçeyê ragihand ku gundên Şehlomiyhê, Zorava, Rûtan û cihekî petrolê yê girêdayî stasyona Seîde yê li bakurê navçeya Tirbespiyê tên topbarankirin.

Nûçegihanê me da zanîn ku gundê Rûtan ê Suryanan ji saetên sibehê ve tê topbarankirin.

Her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk di êrişên li ser deverên navborî de hawan, doçka û çekên giran bi kar tine û depoyê li cihê petrolê rasterast tê hedefgirtin.

Têkildarî ziyanên ku di encama topbaranê de çêbûne, hîna tu agahî negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA