Şedadê şehîdê xwe Enes El Hemade oxir kir

Bi sedan şêniyên Şedadê şehîd Enes El Hemade li goristana şehîdan a Şedadê spart axê.

 Şedadê şehîdê xwe Enes El Hemade oxir kir
 Şedadê şehîdê xwe Enes El Hemade oxir kir
 Şedadê şehîdê xwe Enes El Hemade oxir kir
 Şedadê şehîdê xwe Enes El Hemade oxir kir
24 mijdar, 2022   12:39
HESEKÊ

Şêniyên Şedadê, endamên saziyên leşkerî û sivîl di merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Enes El Hemade de amade bûn. Enes El Hemade di 23′yê Mijdara 2022′yan de dema li Dêrazorê li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebdulmecîd El Elî sersaxî da malbata şehîd û wiha got: "Berdewama têkoşîn û berxwedana gelên herêmê ji aliyên leşkerî û sivîl ve di van rewşan de têrê dike ku ewlehî û îstîqrar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bibe."

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Seyf El Esker wiha got: "Em sersaxiyê ji hêzên leşkerî û malbata şehîd re dixwazin."

El Esker wiha domand: "Em soz didin şehîd û hemû şehîdan dê li ser şopa wan bin û xwestekên wan bi cih bînin. Em ê di oxira parastina destkefiyên şoreşê û mîrasa şehîdên xwe de canê xwe bidin. Wan tabloyên serkeftin û azadiyê bi zendên xwe nivîsandin. Em sond dixwin ku bi têkoşîn û berxwedanê rêya wan temam bikin."

El Esker wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî dibînin. Dema li hember me aciz bû, çekên hewayî û çekên giran bi kar anîn, da ku binesaziyê wêran bike, ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe. Divê em li hember parastina xak û gelê xwe amade bin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Enes El Hemade ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA