QSD`ê têkildarî êrişa dijî kampa Holê daxuyanî da

QSD`ê ragihand ku duh di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên şer li dijî kampa Holê de, 8 şervanên parastina kampê dikirin şehîd bûne û hate gotin, "Plana êirşê ji bo herêmên me û tevahî cîhanê xeteriyeke mezin bi pêş dixe."

QSD`ê têkildarî êrişa dijî kampa Holê daxuyanî da
24 mijdar, 2022   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa duh a dagirkeriya Tirk li dijî kampa Holê pêk aniye, li ser mallpera xwe daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

"Di 23`ê meha Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên şer û yên keşfê li dijî hêzên parastina Kampa Holê û zindana Çerkînê li Qamişlo yên ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan tê de hene, êriş pêk anîn.

Di encama van êrîşan de 8 şervanên me yên hêzên parastina kampê şehîd bûn. Ev êrîş bi plan û zanebûn çêbûn. Ji xwe armanca dewleta dagirker ew bû ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ji kampê bên revandin û dîsa DAIŞ`ê zindî bike.

Ev plan ji bo herêmên me û giştî cîhanê xeteriyeke pir mezin bide pêş. Li hember van êrîşan dewletên navneteweyî bêdeng in, eger ku ev xeterî hîn mezintir bibe, berpisyarê wê dê bêdengiya van dewletan be."

(cx)