Depoyên li Tirbespiyê û gundekî navçeyê tên hedefgirtin

Nûçegihanê me ji navçeya Tirbespiyê ragihad ku depoyên dexl û dan ên li baûşûrê navçeyê û gundê Dugirê tên topbarankirin.

Depoyên li Tirbespiyê û gundekî navçeyê tên hedefgirtin
24 mijdar, 2022   11:30
QAMIŞLO

Li gorî agahiyan, depoyên ku bi çekên giran tên hedefgirtin 2 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Tirbespiyê ne.

Nûçegihanê me her wiha ragihand ku heta niha 3 top li herêmê ketine, lê agahiyên li ser encamên topbaranê bi dest nexistin.

Her wiha destnîşan kir ku gundê Dugirê yê li ser rêyaya rojavayê Qamişlo jî tê topbarankirin.

(cx)

ANHA