​​​​​​​Şêniyên Zorava êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin

Şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê, êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdana aloziya mirovahî li Sûriyê bike û êrişên dewleta Tirk rawestîne.

​​​​​​​Şêniyên Zorava êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin
22 mijdar, 2022   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan endamên taxa Zorava kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şehba, Kobanê, Til Temir a Hesekê, Dêrik bi tundî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew dê tê bikoşin heta ku ser bikevin, ewlehî û aştiyê pêk tînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku destwerdana aloziya mirovahî li Sûriyê bike û êrişên dewleta Tirk a faşist rawestîne.

Daxuyanî bi berzkirina siloganên "Berxwedan jiyan e" û "Bijî şehîd" bi dawî bû

(dm)

ANHA