′Dewleta Tirk a dagirker neçar e bendên peymana 1992'yan pêk bîne′

Hiqûqnasekî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker neçar e metnên peyman û lihevkirinên 1992′yan ku di şerê çekdarî de çekên kîmyewî qedexe dike, pêk bîne. Her wiha veşartina sûcên dagirkeriya Tirk ji aliyê PDK′ê ve, di çarçoveya planekê de tê kirin.

′Dewleta Tirk a dagirker neçar e bendên peymana 1992'yan pêk bîne′
6 mijdar, 2022   01:35
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di 18'ê Cotmeha borî de daxuyaniyek da û tê de tekez kir ku dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî 2 hezar û 467 caran bi kar aniye. Her wiha diyar kir ku êrişên wê yên kîmyewî yên vê dawiyê bûne sedema şehadeta 17 gerîlayan.

/kr/uploads/files/2022/11/05/161555_.webp

Hiqûqnas û endamê Yekitiya Parêzeran a Hesekê Kawa Fatimê tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê, çekên kîmyewî li dijî mirov û keviran bi kar tîne û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi israr e ku berxwedana hêzên gerîla têk bibe."

Fatimê wiha domand: "Di bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî de sînor derbas kiriye. Ev jî li dijî peymana Layay ku di 1997'an de kete pratîkê. Ev peyman bikaranîna gazên jehrîn û yên xeniqandinê ji bo her alî û dewletên ku peyman îmze kirine, qedexe dike."

Fatimê wiha pê de çû: "Dewletên ku Peymana Lahay a ayîdî Peymana Cinêvê ya sala 1935'an erê kirine, li gorî bendên wê neçar in ku pabendî qedexekirina wê li dijî çi dewlet an jî komeke leşkerî, çi li hundir û anî derveyî wê di şerê çekdarî de, bin."

Fatimê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di 1992'yan de hemû peyman û lihevkirinên ku çekên kîmyewî qedexe dikin, erê kirine û ev tişt got: "Dewleta Tirk a dagirker neçar e ku bendên peymanan bi cih bîne, van çekan ne depo bike ne jî bi kar bîne."

′SÛCÊN DAGIRKERIYÊ Û KIRYARÊN PDK'Ê LI DIJÎ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ NE′

Fatimê axaftina xwe wiha domand: "Ez kiryarên PDK′ê şermezar dikim. Wê nehişt ku Yekitiya Bijîşkan a Navneteweyî ya li dijî Şerê Atomê (IPPNW) ku 20-27′ê Îlona borî serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, biçe Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve eşkere bikin. Ev planeke ji bo veşartina sûcên dagirkeriya Tirk e."

Fatimê rêgirtina PDK′ê ya li ber çûna şandeya Yekitiya Bijîşkan a Navneteweyî ya li dijî Şerê Atomê û Bijîşkên bi Berpirsyariya Civakî (IPPNW)  ji bo wan herêman ku li ser bingehê belge, îsbat û dîmenan dê biçûna, wekî tevgereke biguman û rûreş nirxand. Fatimê got: "Ev kiryar îsbata veşartina sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî peymanên navneteweyî ye."

Di demekê de ku dagirkeriya Tirk ji nîvê Nîsana 2022'yan ve bi çekên kîmyewî û taktîkî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, PDK′ê di 17 Nîsana 2022'yan ragihandibû ku wê hezar û 200 maskeyên parastinê yên ji bo gerîla hatibûn şandin, desteser kirin.

Kawa Fatimê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Desteserkirina PDK′ê ji wan maskeyên parastinê yên gaza jehrîn û xeniqandinê re ku ji gerîlayan re dihatin şandin, destwerdana bêserûber û hevkariya di qîrkirina gerîlayan û nixumandina sûcên dagirkeriya Tirk de ye."

 (hs)

ANHA