′Li hemberî êrişên dewleta Tirk em ê berxwedanê xurttir bikin′

Jinên ji Minbicê diyar kir ku bi rêya xweperwerdekirinê dê têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin da ku amade bin li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

′Li hemberî êrişên dewleta Tirk em ê berxwedanê xurttir bikin′
6 mijdar, 2022   00:45
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Cotmeha borî de 65 caran bi top û hewanan êrişî gundewarên Minbicê kiriye û dabû zanîn: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ewn Dadat, Eseliyê, Farat, Kawkilî, Bûzkînc, Diyabat, Ereb, Hesen, Muhsenlî, Masî, Seyada û Dendeniyê yên rojavayê bajêr topbaran kirin."

/kr/uploads/files/2022/11/05/161438_-_1.webp

Ji Minbicê ji pêkhatiya Kurd welatiya bi navê Şemse Berkel êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha got: "Armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku xerabî û aloziyê di nava gel de belav bike. Dewleta Tirk hewl dide mozaîka civakî têk bibe û fitneyê derxe."

Şemse Berkel diyar kir ku divê gel bi hev re li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin û ev yek bi rêya zanakirin, birêxistinkirina gel û perwerdekirina li ser bingeh û prensîbên şerê gel ê şoreşgerî pêk tê û wiha domand: "Bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê li ser milê şênî û jinan e da ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin, bersivê bidin û têk bibin."

/kr/uploads/files/2022/11/05/161423_-.webp

Welatiya ji pêkhateya Ereb Heyat Salim jî got: “Di radeya yekemîn de dagirkeriya Tirk jinan dike hedef, ji ber ku ji têkoşîn û destkeftiyên wê yên li herêmê pêk anîne, ditirse."

Heyat Salim wiha pê de çû: "Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmê de hemû çekên giran û yên qedexekirî bi kar tîne, nîşaneya vê yekê hedefgirtina gerîla li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî ye ku di encamê de 17 gerîla şehîd bûbûn."

Heyatê ev tişt anî ziman: "Em jin, helwesta me ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê tund e û em ê têkoşîna bilindtir bikin. Her wiha peyama xwe bigihînin dijmin ku jin dikarin bi rola xwe ya aktîf di şerê li dijî wê de rabin."

/kr/uploads/files/2022/11/05/161408_-.webp

Ji pêkhateya Çerkes jî Talîn Diyaedîn êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û wiha got: "Armanca dagirkeriya Tirk ew e ku tirsê bixe nava şêniyan, ewlehî û îstîqrara li herêmê tevlihev bike."

Talîn bal kişand ser pêdiviya biçekkirina jinan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rejîmên desthilatdar vîna jinan dikin hedef. Ji lew re divê jin xwe perwerde û bi rêxistin bikin da ku li hemberî van rejîman derkevin."

ANHA