SOHR: Îsraîl dîsa êrişî Şamê kir

Ji ber hedefgirtina Îsraîlê gundewarê paytexta Sûriyê Şamê, dengê teqînên mezin ji herêmên cuda yên gundewar hat bihîstin.

SOHR: Îsraîl dîsa êrişî Şamê kir
24 cotmeh, 2022   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, got ji ber êrişeke din a Îsraîlê li dijî gundewarê Şamê dengê teqînên mezin ji herêmên cuda yên Şamê û gundewarê wê hat bihîstin.

Îsraîlê di êrişa xwe de cihên girêdayî komên alîgirên Îranê û hêzên hikumeta Şamê li herêma El Dîmas, derdora rojavayê Şamê û cihên din li gundewarê Şamê hedef girt. Lê agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Kanala Ixbariyê ya hikumeta Şamê got li gorî agahiyên pêşîn, ji ber êrişa Îsraîlê dengê teqînan hat bihîstin.

Ji destpêka 2022`yan ve, Îsraîl ev cara 27`an e ku herêmên Sûriyê dike hedef û di sê rojan de ev hedefgirtina duyemîn e ku cihên komên alîgirên Îranê li rojavayê Şamê dike hedef.

Îsraîl dibêje ew wan cihan dike hedef ji ber ku hêz û çekên Îranê lê hene. Tevî ku pergala parastinê ya pêşketî ya Rûsya li Sûriyê heye.