Ferzenda Munzir: Ji bo têkbirina tecrîdê divê gel dakevin qadan

Berdevkê însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya rêber Ocalan, Ferzende Munzir di civînekê de destnîşan kir ku armanca girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, têkbirina vîna azad a gelê Kurd e. Her wiha teqezî bi pêwîstiya mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Ferzenda Munzir: Ji bo têkbirina tecrîdê divê gel dakevin qadan
24 cotmeh, 2022   13:09
HESEKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi beşdariya bi dehan şêniyên kantona Hesekê, endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li hola Marbêla ya Hesekê li dar xist.

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya rêber Ocalan Ferzende Munzir behsa armancên komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Komplo, li dijî nirxên aştî, demokratiyê û gelê Kurd e. Ew ji girankirina tecrîdê armanc dikin vîna gelê Kurd têk bibin.”

Munzir wiha domand:  “Felsefeya rêber Ocalan û fikrê wî yê azad, li seranserî cîhanê belav bû. Cîhan êdî ji xwe re kiriye model. Kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Ocalan, derqanûnî ne û li dijî qanûnên navneteweyî ne. Divê ev doz li dadgehên navneteweyî, xebat li ser were kirin.”

Munzir bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşînê mezin bikin û got: “Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê hemû gelên herêmê û yên demokrat dakevin qadan û banga azadiya rêberê xwe bikin. Ji ber azadiya wî, azadiya hemû gelan e.”

ANHA