Guherînên dîplomatîk û şerê çeteyan; senaryoyên Erdogan ên ji bo lihevhatina bi Şamê re

Dewleta Tirk a dagirker têkildarî dosyaya Sûriyê guhertinên dîplomatîk û leşkerî pêk tîne. Çavdêr dibêjin armanca van guhertinên ji bo hewldanên lihevhatina bi hikumeta Şamê re, têkbirina doza kurdî ye.

Guherînên dîplomatîk û şerê çeteyan; senaryoyên Erdogan ên ji bo lihevhatina bi Şamê re
16 cotmeh, 2022   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDÎ ÎSMAÎL

Mijara nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hîn jî di rojeva siyasî û çapemeniya dewleta Tirk de berdewam e. Her du alî di aloziya Sûriyê de nakok bûn û dijberiya hev dikin. Tevî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên hewldanên lihevhatina bi Şamê re, lê heta niha rayedarên Şamê tu helwesteke zelal nîşan nedaye.

6ʹê Cotmehê Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk guhertin di tîma berpirs a dosyaya Sûriyê de çêkir. Di vê çarçoveyê de cîgirê wezîrê karên derve Sedat Onal ku yek ji berpirsên sereke yên kar û barên Sûriyê bû, bû nûnerê daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî. Her wiha berpirsê ewlehiyê yê dosyaya Sûriyê Erdem Ozan bû balyozê Tirkiyê yê Urdinê. Serokê beşa Sûriyê di Wezareta Karên Derve ya Sûriyê de Selçuk Unal jî bû balyozê Tirkiyê yê Hollandayê. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê navên berpirsên nû yên rêvebirina dosyaya Sûriyê eşkere nekirin.

ʹDEWLETA TIRK JI BO XWE NÊZÎ ŞAMÊ BIKE DÎPLOMATÎK TEV DIGEREʹ

Rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê ev guhertinên ku dewleta Tirk kirine, wek gavekê ku dikeve çarçoveya xebatên rejîma Tirk da ku mercên guncaw peyda bike ku bikare nêzîkbûnekê bi Şamê re pêk bîne, nirxand. Her wiha wek însiyatîfeke baş ji bo hikumeta Şamê bi nav kir.

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk bi van guhertinên dîplomatîk hewl dide di rêveberina muzakereyên li gel hikumeta Şamê de mafên mezintir bide îstîxbarata xwe, nemaze ku têkiliyên bê yên bi Şamê re hewcedarî berpirsên nû ye.

Her wiha çavdêran kontrola çeteyên "Tehrîr El Şam" anku Cebhet El Nusra ya berê li navenda bajarê Efrînê ku piştî reva çeteyên "Cebhe El Şamiya" ber bi bajarê Ezaz ê dagirkirî ve pêk hat, bi van hewldanan ve girê da. Ev tevger piştî şerekî dijwar di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk ê li gundên navçeyên Cindirêsê, Şêrawa û Mabatayê pêk hat ku di encamê de gelek kuştî û birîndarên sivîl çêbûn, bêyî ku dewleta Tirk vî şerî rawestîne.

Çavdêr dibêjin, armanc ji şerê ku bi fermana dagirkeriya Tirk derketiye, ew e ku çeteyên Tehrîr El Şam li herêmên ku li Sûriyê dagir dike, bi cih bibin û di encamê de zemîneke guncaw ji bo lihevhatina bi hikumeta Şamê re bê avakirin.

ʹPLANEKE QIRÊJÎ TÊ MEŞANDINʹ

Lêkolîner û muxalifê sûrî Îsam Zeytûn anî ziman ku ne dûr e ku ev guhertinên dîplomatîk xelekeke dirêj a dewleta Tirk a dagirker be ku hewl dide xwe pê nêzî hikumeta Şamê bike û got: "Bêyî analîzkirin û fêmkirinên bûyerên berê, siyasetên Tirkiyê yên ji 11 salan ve yên li hemberî gelê Sûriyê nayên fêmkirin."

Îsam Zeytûn her wiha axivî: "Ez bawer nakim ku di navbera rejîma Sûriyê û Tirkiyê de lihevhatinek çêbûye ku tevgera gel ya aştiyane ya ku di sala 2011ʹan de dest pê kiriye, bigire û wê bi rêve bibe, piştre jî ji bo pêkanîna berjewendiyên stratejîk ên her du rejîman ên dûrî berjewendî û xwestekên her du gelan bi kar bîne. Tu delîlekî berbi çav li cem min tune ye, lê pêşketina bûyeran û veguhertinên dîrokî yên di helwesta Tirkiyê de, nemaze yên bi tevlêbûna nava hevbendiya Rûsya û Îranê re gihişt asta çokdanînê.

 Xuya ye ku planeke dirêj heye ku hîna di bicihanînê de ye. Em hemû encamên parvekirina hegemoniyan û pevguhertina berjewendiyan û koordîneya li ser astên bilind ên ewlehî û siyasî di navbera aliyên hevbendiya sêalî ya Astanayê yên ku xwe wekî garantorên şareseriya siyasî ji bo Sûriyê bi nav dikin, dibînin. Ji her kesî re xuya ye ku ev berê û niha ev dewlet garantorên mayîna sîstema zordest, destpotî û gendeliyê ne."

Ne tenê dewleta Tirk a dagirker tîma xwe ya dîplomasî ya berpirsa dosyaya Sûriyê guhert. Di heman demê de hikumeta Şamê wezîrê karên derve yê Sûriyê Beşar El Cafer kir balyozê Moskova. Çavdêrên kar û barên dîplomasî dibêjin ku ev mijar hemû "bi armanca amadekirina mercên guncaw ji bo nêzîkkirina her du aliyan e. "

Hevserokê PYDʹê Salih Muslim di hevpeyvînek li gel rojnameya Şerq El Ewsat de ev mijar nirxand. Muslim ev hewldan wek "zewaca bi zorê" ku dê çarenûsa wê teqez berdan be, bi nav kir.

Muslim got: "Aliyên ku hewl didin vê zewacê bighînin serî, çi Rûsya yan Îran be, baş dizanin ku ev zewac dê dewam neke û teqez dê aqûbeta wê berdan be. Nakokiyên mezin di navbera Şam û Enqereyê de hene. Heke ev nêzîkbûn çareseriya siyasî pêk bîne dê cihê pêşwaziyê be û heke sînorekî ji vî şerî re deyne jî dê were pêşwazîkirin. Lê bawer nakim ku ev normalîzekirin bi pêş bikeve û mîna berê teşeyê têkiliyên dostaniyê vegerîne. Ji ber ku nakokiyên mezin di navbera dewleta Sûriyê û Tirkiyê de hene."

‘OPOZÎSYON’ Û MERHELEYÊN KEŞIFKIRINA DURÛTIYA DEWLETA TIRK

Bi hewldanên rejîma Tirk ên lihevhatina bi Şamê re durûtiya dewleta Tirk a li beramerî "opozîsyonê" eşkere bû. Di aloziyê Sûriyê de dewleta Tirk xwe wek hevalbend û alîkarê "opozîsyonê" nîşan dida. Lê di dawiyê de eşkere bû ku rejîma Tirk “opozîsyonê” wek alav ji bo pêkanîna planên dagirkeriyê yên Erdogan ên li Sûriyê bi kar tîne.

Lêkolîner Îsam Zeytûn ev mijar li gorî 3 qonaxan dabeş kir û got: “Ez dikarim plana rejîma Tirk a xapandina sûriyan û rêvebirina wan li gorî berjewendiyên xwe dabeşî 3 qonaxan bikim. Qonaxa yekemîn; dewleta Tirk opozîsyon li ser domandina şoreşê teşwîq dikir, sozên destekê da wan ku gihaşt asta xwedî li wan derkeve. Qonaxa duyemîn; hemahengiya bi dijminê gelê Sûriyê re anku hevalbendên rejîma Sûriyê-Rûsyayê û Tirkiyê di hevbendiya Astanayê de ye. Qonaxa sêyemîn; ew pêwendî rasterast bi rejîm û hemahengiya ewlehiyê re bû ku di destpêkê de veşartî bû, lê niha nêzîkatiyên aborî yan jî mirovî bi rê ve dibin, di dawiyê de pêwendî digihêje asta herî bilind a siyasî ya du welatan. Me dît ku ji her du aliyan ve daxuyaniyên bihurmet dan."

Zeytûn îşaret pê kir ku rejîma Tirk di qonaxa pêşîn de çeteyên tundraw ji tevahî cîhanê kom kir û wan derbasî Sûriyê kirin.

ʹDEWLETA TIRK JI BO MAFÊN KURDAN TÊK BIBE AMADE YE DI HER TIŞTÎ DE TAWÎZAN BIDEʹ

Dewleta Tirk gefên pêkanîna êrişên nû yên dagirkirinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, lê ji ber ku destûr ji hêzên navneteweyî re negirtiye, hewl dide têkiliyan bi hikumeta Şamê re ava bike.

Zeytûn got: "Ji tiştên ku me bi bîr xistine, em dikarin vê encamê bigirin; niyetên Tirkiyê hene ku tevgera Sûriyê bi kar bîne û li gorî xwe bi rê ve bibe. Dewleta Tirk armanc dike ku hejmareke mezin a sûriyên erebên sunnî koçberî bakurê Sûriyê bike û bi vê yekê xeyalê xwe yên stratejîk pêk bîne. Ev xeyal guhertina demografiya herêmên bakurê Sûriyê e ku piraniya niştecihên wê Kurd in da ku rê li ber avabûna statuyeke siyasî, aborî an jî leşkerî bigire, ji ber ku ditirse ku ev statu derbasî Tirkiyê bibe. Tirkiye amade ye ku di her tiştî de tawîzan bide li beramberî ku Kurd werin çewisandin, mafên wan werin têkbirin û bêparhiştina wan ji mafên sivîl, çandî û dîrokî dewam bike."

Îsam Zeytûn diyar kir ku rejîma Tirk niha ji rêveçûna bûyeran razî ye û dixwaze rewş wekî xwe bimîne, her wiha hewl dide penaberan vegerîne ku dibe civata navneteweyî xwedî lê derkeve, bi hinceta ku ew vegerandina herêmên bakurê Sûriyê, lê wan venagerînin gund û bajarên wan ên li tevahî Sûriyê.

Lêkolîner Îsam Zeytûn di dawiyê de got rejîma Tirk bi vê yekê dixwaze armanceke stratejîk li ser hesabê azar û berjewendiyên gelên Sûriyê, di serî de Kurdan, pêk bîne.