​​​​​​​YBŞ’ê têkildarî bombebarana li ser Kampa Serdeştê daxuyanî da

Navenda Ragihandina YBŞ’ê ragihand ku ji ber êrişa balafira bêmirov a biçek a şeva borî li ser Wargeha Serdeştê ya Şengalê pêk hatî, ti zirar negihîşte hêzên wan.

​​​​​​​YBŞ’ê têkildarî bombebarana li ser Kampa Serdeştê daxuyanî da
7 cotmeh, 2022   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina YBŞ’ê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a şeva borî li ser Wargeha Serdeştê ya Şengalê pêk hatî daxuyanî da.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye: “Doh şev di navbera saet 20:30-21:00’an de balafirê bê mirov a bi çek ya dewleta dagirker a Tirk êrîş birin li ser derdora kampa Serdeştê. Di encama vê êrişê de ti zirar negihişt hêzên me.

Dewleta Tirk a faşîst dîsa bi SÎHA’yên ve kampa Serdeştê ya ku gelê me piştî komkujiya 2014’an li Çiyayê Şengalê lê mabû, kir hedef. Di vê êrîşê de ti zirar negihiştiye hêzên me. Rez û baxçeyê gelê me zirar dît. Ev êriş jî nîşan dide ku; dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi van êrişên qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê nîv hiştibû bibe temam bike. Lê belê dewleta Tirk a faşîst û hêzên hevkar divê baş bizanibin ku; Çawa ku gelê me li hemberî fermanan xwe parast û azad kir, li hemberî van êrîşan jî wê dev ji berxwedana xwe bernede û têkoşîna xwe bidomîne.

Weke ku tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk a faşîst di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kirin; gelê me yê li hemberî van êrişan li ber xwe da, axa xwe neterikand, ji bo parastina xwe li derdora YBŞ, YJŞ’ê ku ji aliyê zarokên xwe ve hatibû avakirin, li Çiyayê Şengalê me û beşdarî Pêngava Rizgarkirina Şengalê bû. Gelê me yê li vê kampê di Pêngava Azadkirina Şengalê û berxwedana Şengalê de bi dehan şehîd û birîndar dane. Gelê me li hemberî her cure êrişên çeteyên DAIŞ’ê bêyî ku tawîz bide berxwedana xwe xaka xwe terk nekir. Êrîşên bi vî rengî yên dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê yên herêmî PDK’ê, ji bo têkbirina aramî û ewlekariya Şengalê, di pêvajoyeke wiha de ku gelê me vegeriyaye ser axa xwe, armancên xwe yên sereke derdixe holê.

Di vê çarçoveyê de gelê me; li hemberî hemû êriş û meylên dijmin rabin ser piyan, bertekên xwe nîşan bidin û nehêlin dagirker li ser axa me ya pîroz serdest bin. Divê gelê me li dijî van êrişan li ber xwe bide û Şengalê biparêze.”