Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin
7 cotmeh, 2022   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.

Malbat û wasiyê Rêber Ocalan bi mebesta hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.