QSD: Kesên ku pîvanên exlaqî yên hêzên me binpê kirine hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk, hin kesên ji nava hêzên xwe yên ku pîvanên wê yên exlaqî binpê kirine girtin û ew xistin lêpirsînê. QSD'ê tekez kir ku kesên pabendî van pîvanan nebin ne layîq in ku di nav hêzên wan de kar bikin.

QSD: Kesên ku pîvanên exlaqî yên hêzên me binpê kirine hatin girtin
7 cotmeh, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê girtina kesên ji hêzên xwe yên ku pîvanên wê yên exlaqî binpê kirine daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demên dawîn de li ser malperên medyaya civakî dîmenek belav bû ku tê de kesek li Dêrazorê rastî îşkence û heqaretê tê.

Me ji aliyê xwe ve weke Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk ev dîmen şopand da ku em rastiya wê nas bikin. Me di wê der barê de lêpirsîn vekir. Di encamê de; Me kesên ku di vê bûyerê de beşdar bûne, girtin û di cih de lêpirsîn bi wan re vekir.

Em Hêzên Sûriya Demokratîk; Ji gelê xwe û raya giştî re piştrast dikin ku kesên ku li gorî pîvanên azadî û exlaqî yên ku hêzên me li ser hatine avakirin tevnegerin, ne layîq in ku di nava refên QSD’ê de bixebitin û dê hesab ji wan bê pirsîn.

Çawa ku me li dijî rêxistina terorîst "DAIŞ" û dagirkeran têkoşîn û şer kir da ku gel û civaka me bi rûmet bijî û em mafên welatiyan tê de biparêzin, em ê her wiha ji bo şopandin û girtina kesên xwedî van tevgerên şexsî yên neexlaqî ku dûrî hemû pîvanên çandî û civakî ne, dudil nebin û em ê têkoşîna xwe azadî û demokrasiyê bidomînin."

(hs)