Jinên li Til Birakê: Em li hember siyasetên qirkirinê serî hildin

Jin û şêniyên Til Birakê bi xwepêşandanekê sûcên qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî bi destê desthilatên Îranê û akademisyen Nagihan Akarsel li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga bilindkirina berxwedanê û serîhildana li hember siyasetên qirkirinê kir.

Jinên li Til Birakê: Em li hember siyasetên qirkirinê serî hildin
Jinên li Til Birakê: Em li hember siyasetên qirkirinê serî hildin
6 cotmeh, 2022   09:40
QAMIŞLO

Kongra Star li Til Birakê ya Qamişloyê ji bo şermezarkirina sûîqastkirina çalakger û akademisyen Nagihan Akarsel û Jîna Emînî xwepêşandanek li dar xist, her wiha xwepêşandêran banga cezakirina berpirsên wan sûcan kir.

Xwepêşandan ji têketina rojavayê navçeyê dest pê kir û li kolanan geriya û li Çerxerêya Şehîdan vegerî mîtîngê.

Xwepêşandêran diruşmên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.

Li wir, endama rêveber a Kongra Star a Til Birakê Rexed El Hisên sûcên li dijî jinan û şikandina vîna wan şermezar kirin û wiha got: "Sûcên qetilkirina çalakger û siyasetmedarên jin îsbata asta dijminatiya rejîmên baviksalarî li dijî doza rizgariya jinan e."

Li aliyekî, endama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birakê Îman El Elî ev tişt got: "Sûcên pêk hatine û yên hîna li dijî jinan pêk tên, hêrsek li tevahî cîhanê çêkir û zemînek ji bo destpêkirina şoreşên jinan ava kir."

Îman El Elî wiha domand: "Em soz a bilindkirina têkoşînê didin. Her wiha divê tevahî jinên li cîhanê serî li hember siyasetên qirkirinê yên li dijî wan hildin û berpirsên van sûcan werin cezakirin."

(fr)

ANHA