​​​​​​​Ji ber bombebaranê 2 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da

Çavkaniyên ji Meclisa Leşkerî ya Kobanê da zanîn ku balafirên şer ên dagirkeriya Tirk beriya çend kêliyan gundê Qeremoxê yê rojhilatê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Ji ber bombebaranê 2 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da
18 îlon, 2022   09:26
​​​​​​​KOBANÊ

Meclisa Leşkerî ya Kobanê diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Qeremox ê 14 kîlo metre dikeve rojhilatê Kobanê beriya çend kêliyan bombebaran kiribû, di encamê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Meclisa Leşkerî ya Kobanê, balafirên şer ên dewleta Tirk heta vê kêliyê gelek derbe li derdora gundê Qeremox pêk anîn.

Dagirkeriya Tirk heta vê kêliyê gundên Cêşan, Qeremox, Til Şeîr, Zor Mixar ên Kobanê heta bi têketina rojavayê bajêr topbaran dike.

(fr)

ANHA