Li Tirkiyê cemaet û saziyên taybet ên tevlêkirina DAIŞ`ê û şandina çeteyan

Jineke DAIŞ`î ya li kampa Holê diyar kir ku li Tirkiyê bi taybet ji bo tevlêbûna DAIŞ`ê û hatina Sûriyê, hin cemaet û sazî  ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin û got li Idlibê jî heman cemaet hene. Jineke DAIŞ`î ya welatiya Rûsyayê jî bang li welatê xwe kir ku wan vegerîne welatê wan.

Li Tirkiyê cemaet û saziyên taybet ên tevlêkirina DAIŞ`ê û şandina çeteyan
13 îlon, 2022   23:38
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN - HINAR ÎBRAHÎM

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya YPJ û QSD`ê dewam dike. Di encama pêngavê de gelek malbatên çeteyên DAIŞ`ê bang li dewletên xwe dikin ku wan werbigirin. Her wiha bi çi awayî hatine Sûriyê û têkiliyên dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re jî, eşkere dikin.

/kr/uploads/files/2022/09/13/182408_eyse-1.webp

Yek ji wan jinên DAIŞ`î Eyşe Selîm a ji Tirkistanê ye. Eyşe diyar kir ku yên ew derbasî Sûriyê kirine, dewleta Tirk e. Her wiha Eyşe balê dikişîne ser jinên ‘El Hesbê’ û saziyên ku li Tirkiyê ji bo şandina kesan ji Sûriyê re ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin.

‘SAZÎ Û CEMAET HATIBÛN AVAKIRIN KU DA KESAN BIŞÎNIN SÛRIYÊ’

Eyşe Selîm (42) Tirkistanê ye û Ûygur e. Di 14 saliya xwe de li Tirkistanê tê zewicandin. Hevjîn û 2 zarokên wê li Tirkistanê ji ber doza îslamiyetê hatine girtin. Bi 3 zarokên xwe re bi rêyên qaçax di sala 2014`an de diçe Tirkiyê. Li Stenbolê salek û nîv dijî. Hin kesên ku tevlêbûna çetetiyê dikin, xwe digîhînin wê û jê re dibêjin were tev li 'dewleta îslamî' bibe. Der barê vê de Eyşe van tiştan dibejê: “Gelek kesên tirkistanî li Tirkiyê hene. Bi taybet ji bo tevlêbûnê, birêkirina Sûriyê cemaet û sazî ava kirine. Li Idlibê jî heman cemaet heye. Ji bo ez werim Sûriyê, zilamekî tirkistanî bi min re axivî. Hejmara telefona min nizanim ji ku derê wergirtibû. Li ser înternetê bi min re diaxivî. Ji min re digot li Sûriyê malên bêpere hene. Her meh dê pere bidin te. Ji min re gotin tu dixwazî bizewicî, min ji wan re got na ez naxwazim. Gotin li vir jiyan zehmet e, herin dewleta îslamê. Jixwe gelek kes ji bo 'şehîd' bikevin dihatin vir.”

Eyşe bi rehetî derbasî Sûriyê dibe û di sala 2016`an de destpêkê bi zarokên xwe re tê Reqayê. Li wir bi çeteyekî temenmezin re dizewice. Eyşeyê dibejê: “Jinên nezewicî nikarin bi rehetî tev bigerin. Zarokê min ê 9 salî li Baxozê di encama şer de birîndar bû û piştî salekê mir. Hêvjînê min ê duyemîn jî li Baxozê hate kuştin.”

YÊN DIJBERÎ WAN TÊN KUŞTIN Û KONÊN WAN DIŞEWITÎNIN

Piştî rizgarkirina Baxozê, Eyşe derbasî kampa Holê dibe. Eyşe, der barê jiyana li kampê de van tiştan tîne ser ziman: “Jiyana li kampê gelekî zehmet e. Min ji bîr kir ku lepikên xwe bînim. Destê min tazî ne, niha hemû jin li destên min dinêrin. Li vir jin gelekî zilmê li me dikin. Agir bi konên me dixin. Ger em wekî wan nejîn û neçin aliyê wan, konên me dişewitînin. Divê em hemû çerşefên reş li xwe bikin û li gorî şerîetê herin. Ez ji van jinan gelekî ditirsim. Ji ber ku niha rûyê min vekirî ye û ez bi we re diaxivim, êdî dê siberoja min çawa be nizanim. Jinên ku şerîetê nepejirînin, tên kuştin. Bi kêran û sîxan wan dikujin.”

JINÊN “EL HESBÊ”

Eyşe Selîm diyar kir ku ev jinên “El Hesbê” ne û agahiyên wiha li ser wan dan: “Ev kom ji 30 heya 50 kesî pêk tê. Di nava wan de yên biyanî jî hene. Bi taybet jî yên îdeolojîk ku di aliyê hişmendiya şerîetê de pispor in, di nava wan de cih digirin. Kes wan nas nake, naskirina wan qedexe ye. Bi taybet li kampê wan kesan sîxurên xwe çêkirin. Kî çawa ye, çi dike, agahiyê didin wan. Piştî van agahiyan, ew kes çi qas bireve jî dê dibînin. Dest û lingên wan dişikînin. Bi taybet saetên evarî van tiştan dikin. Bi awayekî rûgirtî dikevin konan û kes jî wan nas nake.”

'EM BI HÊSANÎ HATIN, ME TU LEŞKER LI SER SÎNOR NEDÎTIN'

/kr/uploads/files/2022/09/13/182352_elbina-2.webp

Jineke din a DAIŞ`î Elbîna Ebduselam Ebdullah e, ew bi esilê xwe ji Rûsyayê ye. Elbîna li ser hatina xwe ya Sûriyê wiha dibêje: “Di 2016`an de ez û hevjîn û zarokên xwe ji Rûsyayê bi balafirê hatin Tirkiyê. Em ji Tirkiyê bi hêsanî derbasî Sûriyê bûn, me li ser rêya xwe bi yekcarê tu parêzvanên sînor nedîtin. Em demeke dirêj li Tirkiyê neman.”

Jina DAIŞ`î Elbîna bi bîr xist ku dema hatine Sûriyê destpêkê çûne bajarê Reqayê û wiha pê de çû: “Li wir jin û mêr ji hev cuda kirin. Li wir şer û lêdana balafiran her berdewam bû.”

Elbîna du caran zewicî ye, cara yekê bi yekî rûsî re dizewice û 2 zarokên wê jê çêdibin. Cara duyemîn dîsa bi yekî rûsî re dizewice û zarekeke wê jê çêdibe.

'ZAROKÊN MIN FÊRÎ KUŞTINÊ DIKIN'

Elbîna destnîşan kir ku ew li kampê bi awayekî domdar rastî gefan tên û wiha pê de çû: “Di navbera me û jinên li vir de her tim pirsgirêk hene. Ew me bi rêderketina ji dewleta îslamê tawanbar dikin. Em naxwazin li vir bimînin. Zarokên min li vir bê xwendin û perwerde ne.”

Elbîna da zanîn ku jinên li kampê zarokên wê fêrî rêbazên kuştin û îşkencekirin dikin û li wan li ser vê rêbazê jiyanê mezin dikin.

Elbîna ku hemwelatiya Rûsyayê ye, bang li dewleta Rûsyayê kir ku wan ji Kampa Holê derxîne û vegerîne welatê wan û got: “Em êdî nikarin li vir jiyan bikin.”

(cx)

ANHA