​​​​​​​Şêx û rûspiyên eşîra Begara piştgiriya xwe bi QSD`ê re anî ziman

Şêx û rûspiyên eşîra Begara ya gundewarê rojava yê Dêrazor li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi QSD`ê re nîşan da. Her wiha bang li hemû eşîr û pêkhateyên herêmê kir ku li dijî projeyên mêtingeriyê yên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin.

​​​​​​​Şêx û rûspiyên eşîra Begara piştgiriya xwe bi QSD`ê re anî ziman
13 îlon, 2022   00:43
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Roj bi roj armanc û planên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi hincetên parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û avakirina "herêma ewle" li herêmên Bakur Rojhilatê eşkere dibin. Dewleta Tirk ji bo ku van planan pêk bîne, êriş û gefên xwe li ser herêmê zêde kirin.

Têkildarî mijarê şêxê eşîra El Menasre ku yek ji eşîra Begare ye Xalid Xelîl El Mozer got, dewleta Tirkiye şandeyek ji eşîran ava kir û îdia dike ku ew nûnertiya hemû eşîrên herêmên keviya Firatê ji wan Dêrazorê dike.

Xalid Xelîl El Mozer ev kiryar û kesayetên îdiaya nûnertiya eşîrên herêmê dikin, red kir û got: ''Yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, nûnertiya herêmê dikin.''

Dewleta Tirk a dagirker 25`ê Îlona 2017`an ji 29 eşîran meclisek bi navê ''Meclisa Eşîrên Sûriyê'' damezrandibû û îdia dikir ku nûnertiya hemû eşîrên erebî, kurdî, tirkumanî dike.

Xalid El Mozer di berdewama axaftina xwe de got: "Her tim dewleta Tirk a dagirker dibêje eşîrên herêmê di şerê heyî de piştgiriya QSD`ê nake, lê em ewladên eşîrên Dêrazorê bi giştî li dijî çi kesên hewl didin êrişî herêmên me bikin, bi yek destî piştgiriya QSD`ê dikin."

Xalid El Mozer anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe û got: "Em ê nekevin xefa van fitneyan û biratiya gelan a li herêmê mînaka vê yekê ye.

Şêxê eşîra El Mîlac ku ew jî yek ji eşîra Begara Mihemed El Hisên El Hacî jî got: "Li dijî dewleta Tirk ku hewl dide xaka me dagir bike em yek gel in. Dagirker bi çavekî biçûk li gelê Sûriyê nêrî û aloziya ku herêm tê re derbas dibe bi kar anî da ku planên xwe yên qirêj pêk bîne."

Mihemed El Hacî destnîşan kir ku dewleta Tirk îdia dike ku di berjewendiyên gelê Sûriyê de difikire, lê ger ev yek rast bûya ava Firatê qut nedikir û kargehên Helebê talan nedikir, her wiha pispor û karsaz nedibirin ku aboriya xwe xurt bike.

El Hacî anî ziman ku dîroka dewleta Tirk dijî zilim e û ew baş kiryarên li dijî gel û pabîrên wan pêk dianî, nas dikin.

Mihemed El Hacî di dawiyê de piştgiriya xwe bi QSD`ê re anî ziman û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em rê nadin dewleta Tirk ku xaka me dagir bike."

(eh)

ANHA