Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: 2 çeteyên dagirker hatin kuştin

2 çeteyên dagirker ên ji bo dizî û talanê ketibûn gundê Leylan ê navçeya Til Temirê ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve hatin hedefgirtin. Di encamê de her du çete hatin kuştin û motorsklêtek hat îmhakirin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: 2 çeteyên dagirker hatin kuştin
11 îlon, 2022   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Di 9`ê Îlonê de, li gundê Leylan ê bajarokê Til Temirê 2 çeteyên dagirker ku ji bo daran qut bikin û malên welatiyan talan bikin ketibûn gund, ji aliyê şervanên me ve hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de her du çete jî hatin kuştin, motorsklêta çeteyan jî hat rûxandin.”

(cx)