Dara Jiyana nû bi pêşengiya Ocalan hat çandin-1- Medenî FERHO

Dara Jiyana nû bi pêşengiya Ocalan hat çandin-1- Medenî FERHO
11 îlon, 2022   07:00

Kurdistan ji aliyê hêzên global-ewropayî ve hate parçekirin. 4 parçeyên Kurdistanê kirin 4 girtîgeh, 4 dewletên gardiyan ava kirin. Dostoyevskî dibêje; girtîgeh, têkbirina îradeya mirov e; girtîgeha Kurdistan jî têkbirina îradeya gelê Kurd e. Lê hêvî û daxwaza gelê Kurd a azadiyê hêza xwe ji cografyaya xwe û israra azadiyê distîne û sed sal e li ber xwe dide.

Di nava 100 salî de 28 berxwedan çêbûn. Encama 28 berxwedanên Kurdan, bû gora betonî û Kurd di wê gorê de hatin metfûnkirin. Bê guman pêşengên berxwedanên Kurdan, mirovên mezin in, ji bo welat û gelê xwe canê xwe jî dan. Lê rêyên klasîk bi kar anîn, nûjeniyek, taktîkek, siyaseteke nû neafirandin. Perdeya taktîk, siyaset û rengê têkoşîna li dijî dagirkeran nekirin pratîkê.

Tenê Abdullah Ocalan perdeya taktîk, siyaset û rengê nû yê têkoşîna li dijî dagirkeran vekir. Ev fikrekî dahîyane ye!

Berxwedana bi pêşengiya Ocalan, senteza 28 berxwedanan e û dara jiyana nû hate çandin. Ev şecereya rast a hêvî û daxwazên gelê Kurd e!

Di hemû berxwedanên Kurdan de, kêmasî, lewazî û qelsiya rewşenbîriya Kurd heye. Di avakirina Xoybûnê de elîteke baş a rewşebîriya Kurd heye, lê nikaribûn rê li ber komkujiya Eleqemşê bigirin. Helbet “biwêj-vegot” giştî ne û rê vedikin. Lê di nava sedsalê de di hişmendiya rewşenbîrî û siyaseta Kurd de, nedikarî rê li ber dubendî û şerê navxweyî yê gelê Kurd rake. Di navbera 1950-1960’î de, Dîcle Talebe Yurdu (Wargeha Xwendekaran a Dîcleyê) bu akademiyeke sîyasî û rewşenbîrî. Lê, kesên ji wê akademiya Dicle Talebe Yurdu derketin û tev li siyasetê bûn, ji bilî Faîk Bucak û çend kesên din, xwe ji esansa dîroka fermî rizgar nekir.

Rast e, Ocalan dahiyek e, fîlozofek e û li dijî hêzên ku Kurdistan kirin girtîgeha servekirî, gaveke dîrokî avêt; hem dîroka fermî red kir û mehkûm kir, hem ranzeyên hesinî û zingargirtî yên girtîgehê tev şikandin.

Ev mehkumkirina Peymana Sykes-Picot bû, bi têgihîştineke dîrokî û felsefî rêya azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest nîşan da. Ev tezek bû, piştre bû felsefeyek û îro wek reya sêyemîn tê binavkirin. Di çarçoveya vê felsefeyê de şoreşa gelan a demokratîk, li Rojavayê Kurdistanê hate pêkanîn. Peymana Sykec-Picot, encama Şoreşa Karbidestî ya sedsala 18 û 19`emîn e. Şoreşa Endustriyê, sîstemeke nû ya hêzên hegemon bû, li tevahiya cîhanê jî serdest bû. Vê şoreşê hemû dînamîkên gelan, ên împaratoriyan têk birin, netewedewlet ava kirin. Ev serdema neteweperestiyê bû û hêzên hegemonîk, cîhan li gorî xwe parçe kirin, dewlet ava kirin, sîstema nû ya koletiya “reş û spî” li gel hev ava kirin. Vê sîstema global, hemû şoreşên cîhanê têk birin. Wek li Şoreşa Mezin ya Fransayê hate dîtin, hemû pêşengên şoreşê birin ber giyotînê. Bi têkoşîneke 50 salî, Şoreşa Oktoberê ya Sovyetistanê jî têk birin.

Sîstema netewedewletê di hişmendiya mirovahiyê de bû kanser; di zanista cîhanê de bû weba, mirov jî, wekî Kafka dibêje, kirin kêzik.

Piştî vê serdema dûr û dirêj, beriya 50 salî, li dijî montajkirina netewedewletan, Ocalan fikrekî nû avête holê. Fikrê xwe, bi endezyariya matamatîkî, felsefî û ekometrî bi hêz kirin û dest bi têkoşînê kir. Têkoşîna Ocalan, ne tenê eskerî ye. Ji ber vê çendê, fikir û felsefeya Ocalan bi nêzîkatiyeke drokî û disîplînekirî ye. Nêzîkatiyek bi vî rengî, bingeha hiqûqa gerdûnî, edalat û mafên mirovan ava dike. Ev dîtin û felsefe, ji hemû fîlozofên cîhanê gavekê wêdetir û çînekê bi tenê nagire nava xwe. Li gelan hûr dibe û dixwaze gelan demokratîk bike. Gelên demokratîk, hem xwedî hêza kollektîf in, hem xwedî hêza parastina cewherî ne.

Mînaka vê yekê, jina Kurd e û hêjayî lêkolîn û nirxandineke ji her kîlîmatî ye.

Sîstema serdestî cîhanê ku wek hêza global tê naskirin, ji zimanê pêşketî ku wek zimanê diyalektîka serdemê û paşerojan tê naskirin, tirsiya. Ev ziman hem zimanê siyaseteke nû bû, hem zimanê felsefeyeke nû bû, netewedewlet, kolekirin-çakeriya gelan, talana dewlemendiyên cîhanê û ked komên xelkê red dikir. Wek veqetandina ji rewşe heyî ya cîhanê bû û dînamîka pêşketineke nû bû.

Fikrê Ocalan erdhej bû, hêzên global tirsandin!

Komploya li hemberî Ocalan, stratejiyek e, ji kîna çerxa felekê wêdetir, kîn û hêrsa hêzên hegemonîk a li dijî fikir û mirovên azad e. Li dijî demokrasî û hiqûqê rasteqîn e.

Tecrîd jî stratejîk e. Em bûne çavdêr ku piştî dîlgirtina Ocalan, xwestin PKK’ê jî tesfiye bikin; herî hindik xwestin bikin nava zaafiyetê. Rast e komplo korsanî bû, lê metodîk bû. Bijartina Girtîgeha Îmraliyê jî stratejîk e û berdewama komployê ye. Edî şerê li dijî gelê Kurd, qirkirina fîzîkî û siyasî, bikaranîna çekên kimyewî û bedengiya cîhanê jî, di tecrîdê de veşartî ye. Şerê dîroka veşartî! Heta niha hêzên navneteweyî, nebûne sedema çîrûskeke ronahiyê ku di tarîtiya tecrîdê de were dîtin.

Lê têkoşîna Kurdan, grevên birçîbûnê û hwd, dem bi dem tecrîd şikand.

Nexwe rêya şikandina tecrîdê diyar e!

Konseya Ewropayê jî, DMME, parçeyên stratejiya komployê ne. Birêz Ocalan li Ewropayê bû, lê rêya penaberiyê nedanê; ji Ewropayê derket û xwest dîsa vegere. Lê Ewropayê deriyên erd û ezmanan li ber girtin. Ev kuştina hiqûq û demokrasiya Ewropayê bû. Li Îmraliyê jî ev hiqûqa bêhiqûq tê meşandin. Hiqûqa li Îmraliyê tunekirina hiqûqê ye! Li Îmraliyê doz jî nebû, dadgeh jî nebû, rêbaza Dadgehên Îstîklalê hebû. Îmralî, dadgehkirina li Îmraliyê û tecrîd, kiryarên sedsala navîn in, têkiliya wê bi hiqûq, mafê mirovan re nîn e. Şanogeriyeke festîwalî heye! Tuccar dadger, siyasî dadger hene û ewel-emîr, fermana cezakirina bi cezayên giran heye.

Li hemberî hişmendî û hewngîriya pispor, li hemberî felsefeya hemdemî, standardîzasyona sedsala navîn heye, ev hişmendî jî dijminê azadî, demokrasî, maf, hiqûqa gerdûnî û zanista hemdemî ye.

Konseya Ewropayê û DMME, ne durist in. Yan jî di biryarên xwe de ne cidî ne. Bersiva dewleta Tirk ku daye Konseya Ewropayê, pêkenokî ye. Dibêje Abdullah Ocalan girtiyên din ên li Îmraliyê yên siyasî, taybet in û cezayê wan jî taybet e, nabe ku ji “mafê hêviyê” sûdê bigirin. Yanî çi? Yanî ew qanûnên gerdûnî, peymanên mafên mirovan, biryarên DMME’yê erê nakin. Argumenta bingehîn a hiqûqê ku mirovan wek hev digire, red dikin. Ev sûc e!

Eger Konseya Ewropayê û DMME, di biyarên xwe de cidî ne, diviyabû beriya niha, bi rêya ‘Konseya Venedîkê’ xwestiba ku Tirkiye, destûrnameya xwe li gorî hiqûqa gerdûnî biguherîne. Tirkiye berendama YE’yê ye. YE, Konseya Ewropayê, DMME, heta îro bi rêya Konseya Venedîkê ji Tirkiyê nexwestiye ku destûrnameya xwe biguherîne. Destûrnameya Tirkiyê nîjadperest e, bi rêbazên faşîst hatiye amadekirin, gelên li Tirkiyê, kultur, ziman û olan red dike, înkar dike. Eger Konseya Ewropayê (KE), DMME û saziyên din ên Ewropayê, bi rêyên rewa, ji Tirkiyê xwestiba ku destûrnameya xwe biguhere, îro Tirkiye dê bi cidiyet nêzîkî daxwazên KE û DMME’yê bibûya.

Xaleke din; li 8 bajarên Kurdistanê komkujî hatin kirin. Siyasetmedar û saziyên Kurdan, li deriyên hemû saziyên hiqûqî, siyasî û mafên mirovan yê Ewropayê dan, xwestin komkujiyên li jêrzemînên bajarên Bakurê Kurdistanê bibînin û sûcên hatine kirin, bikin bin lêpirsînê. Deng ji kesî derneket. Kurdan daxwaz kir ku ‘Protokola Minnesotayê’ kesên di jêrzemînan de bi benzîn gaza jehrî, agir û gazê şewitandin, otopsî bike. Protokola Minnesotayê hawar û bangên Kurdan nebihîstin, şandeyek neşand. Lê ji bo konsolosê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Kalov ku ji aliyê nîjadperestekî Tirk ve hate kuştin, çû Enqereyê.

Tecrîda li Îmraliyê, pêkanîna disîplînê ya stratejiya komployê ye. Em her dem, li ser qutkirina têkiliya gel û Tevgera Azadiya Kurd ji Ocalan dikin; em her dem dibêjin tecrîd ji bo jibîrkirin, têkbirina bîr û hişmendiya gelê Kurd e. Lê tecrîd ji vê jî zêdetir e, kûrtir e! Îmralî repertuara sîstema kapîtalîst e ku ji destpêka dîrokê û heta îro tê meşandin. Em çîroka Hannîbal bînin bîra xwe. 

Navenda YE’yê Bruksel bûye Roma û îdia dike ku hemû rêyên cîhanê têne Brukselê. Yanî sîstema “gergedanî” ya Romayê, di rengê burokratîk-olîgarşîk de dewam dike. Cîhan bûye dojeha Dantê, ruhê Sedsala Navîn serdest e. Tecrîd jî berhema vî ruhî ye. Pişkokek veşartî heye, dema pê li wê pişkokê dikin, tecrîd giran dibe, şerê li dijî Kurdan jî dijwar dibe.

Îxaneta li dijî Cenabê Îsa heye. Tê zanîn ev îxanet, di zanista dîrokê de şermeke mezin e. Divê rewşenbîriya Kurd, tecrîdê ji her kîlîmatan ve lêkolîn bike; hem dubare dubare îxaneta nava Kurdan û sefaleta wê, hem komplo û sefaleta îxaneta hêzên ku xwe wek dost nîşan dan, ji paş ve jî xencer li pişta Kurdan dan, binivîsin. Nivîsandin hem hesabpirsîn e, hem hesabdayîn e û elzem e! Hingî dê hêza gelê Kurd xuya bike û dikare tecrîdê bixin rojeva cîhanê.

Rewşenbîriya Kurd xwe bê xwedî kiriye û pirsa Kurd jî mişemir hiştiye.

Eger em bi aforîzma-biwêjan vê rewşê binirxînin, yek; Hîtler ji wan dilrehmtir e! Du; Raspûtin ji van bi exlaqtir e! Sê; Deccal ji wan bi însaftir e, Beko Ewan ji wan bi wijdantir e!...

Di van rojan de ku xayîntiya nava Kurdan li herêma Başûrê Kurdistanê, baran û teyroka bixwîn dibarîne, em ji notên aforîzmayên xwe du hevokan binivîsin û derbas bibin: (…)

Abdullah Ocalan dîroka min e!

Mesûd Barzanî û gelek kesayetên din jî dîroka me ne, lê wê di dadgeha dîrokê de hemû werin darizandin. Weke rewşenbîr em jî xwedî wê dadgeha dîrokê ne.

Orwel dibêje, xiyanet koletiyê diafirîne. Kole bi kurdî çaker e. Çakerên li Kurdistanê miriyên sax in û dibine gizîr û bekçiyê lanetkirî. Helbet dadgeheke dîrokê jî heye û her kes, dê li gorî dîroka xwe, di dadgeha dîrokê de were muhakemekirin.

Di dadgeha dîrokî de, hêza manewî û hêza meddî musewî ne û weke hev xwedî gotin e.

Di dadgeha dîrokê de, di navbera çalakî, kiryar û hişmendiyê de têkiliyeke kimyewî heye. Kê, li ku derê, çima, ji ber çi, bi kîjan mebestê ev têkilî nekiriye, sûc kiriye, dê ji hev were bijartin û were mehkûmkirin.

Piştî aforîzmaya kin, em dewam dikin: Dadgeha Bilind a Belçîkayê pût şikandin û biryar da ku PKK ne rêxistineke terorîst e.  Ev “Qua Wadimus” e, Ewropa xwedî cazîbe jî, hinekî şiyar bû û dît ku Dadgeha Bilind ya Belçîkayê dergehê zanista dîrok û ruhî vekir. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî, ji bo Tirkiye qanûnên xwe di çarçoveya "mafê hêviyê" de biguherîne, pêvajoyek da Tirkiyê. Dem jî heta dawiya Îlona 2022’yan e.

Bê guman para serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û biryara DMME’yê jî di vê biryarê de heye. Dem jî hindik maye û Tirkiye hîna tu gav neavêtine.

Em nas bikin: Komara Tirkiyê, berhema Kurd û Tirkan e. Lê eniya nîjadperest, wek potansiyel suûc derketin holê. Bi kesên wek eşqiya Topal Osman û misilmênî Sakalli Nuredîn Paşa, çetetiya Îttîhat û Terakkî kirin pratîkê, Kurd li derî komarê hiştin û gav bi gav derxistin derî dîrokê. Komar jî kirin arena sedar û goristana gelan. Qadên dojehî ava kirin.

Em dibêjin; ne xewn e û ne xeyal in. Birêz Ocalan lîderekî mukemel e, bi fikrên dahiyane derkete holê, zanista dîrokê vegot, ruhê mêşmirî yê Kurd zindî kir. Cîhan hejand. Ji erdhêja fikir û pratîka Ocalan, hêzên hikûmran ketin nava tevgerê. Stratejiyek amade kirin, ev stratejî demdirêj e, bi dîlgirtina Ocalan dest pê kir, bi tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Komplo ne ji bo xatirê çavên reş î belek ê Tirkên dewşirme, ji bo sîstema xwe ku bi bêhna fitne û dojehê dagirtî ye, kirin pratîkê.

Tecrîda li Îmraliyê kiryara “şerî’at”a katolîzmê ye û şerê dîroka veşartî ye.

Kurdan, zincîr û leleyên, “şer’îa katolîzm”ê, di şerê li dijî DAIŞ’ê de şikandin. Ev serketin bi xwîneke mezin bû. Lê Ewropa bi cazîbe, fêrî xwînê bûye û li parçeyên cuda yên nexşeya Sykes-Picot, siyasetên cuda dimeşîne.

ANHA