Şehîd Bawer û Edîb bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

Şêniyên kantona Qamişlo di merasîmê veşartina cenazeyê şehîd Edîb Elî û Bawer Enz de diyar kirin ku ew ê tola şehîdan hilînin û xaka xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Şehîd Bawer û Edîb bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin
Şehîd Bawer û Edîb bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin
Şehîd Bawer û Edîb bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin
Şehîd Bawer û Edîb bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin
Şehîd Bawer û Edîb bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin
11 tebax, 2022   18:58
QAMIŞLO

Bi hezaran cenazeyê şervanê YPG'ê Bawer Ridwan Eniz (Çiya Qamişlo) û welatiyê bi navê Edîb Elî yên ku duh di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Mele Sibat ê rojavayê bajarê Qamişloyê de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Îsam Girbawî axivî û got: "Dewleta Tirk komkujiyan li dijî gelê me pêk tîne da ku îradeya me bişkîne û me ji xeta şehîdan dûr bixîne, her wiha ji bo QSD'ê têk bibe û projeya neteweya demokratîk berdewam neke. Lê em di wê baweriyê de ne ku malbatên şehîdan û gelê me wê li derdora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin."

Îsam Girbawî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî welatiyan şermezar kir û got: "Ev bêdengî dide diyarkirin ku ew di van sûcan de şirîk in. Bila gelê li hemberî êrişên dagirkeriyê bisekine û serê danexe. Em ê kurdistaneke azad ava bikin da ku bi rûmet bijîn û berdîla vê yekê bidin. Me îro tola şehîdên xwe hilanî, 23 leşkerên dagirker ên Tirkiyê bi destê zarokên me hatin cezakirin."

Di merasîmê de endamê Meclisa Serokatiya MSD'ê Sîhanok Dîbo şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û wiha axaftina xwe domand: "Piştî 10 salên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê me ev tevgera azadiyê bi saya fedekariyên şehîdan pêş xist."

Dîbo diyar kir ku dewleta Tirk ji hemû aliyan ve di ava pirsgirêkên aborî de ye û ji dewletên garantor dixwaze ku beşdarî qirkirina kurdan bibin da ku împratoriya osmanî zindî bike û got: "Em amade ne bi hemû pêkhateyan bi hêzên xwe yên leşkerî re bersiva binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka xwe bidin."

Bi navê malbatên herdu şehîdan axaftina hatin kirin û soza domandina berxwedanê dan.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin.

ANHA