Di êrişên li ser kantona Qamişlo de navê 7 birîndaran eşkere bûn

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên kantona Qamişloyê de navê 7 birîndaran hatin eşkerekirin, ku di nav de 4 zarok hene.

Di êrişên li ser kantona Qamişlo de navê 7 birîndaran eşkere bûn
9 tebax, 2022   14:31
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Sêgirka û Til Zîwan ên dikevin rojhilatê bajarê Qamişlo bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê êrişa li ser gundên Sêgirka de hejmarek welatî birîndar bûn.

Navê birîndarên ku hatine bidestxistin wiha ne: Helebce Reşîd (33), Arîn Ebdulezîz El-Hesen (38), Mihemed Salih (12), Mîran Selah (13), Îlan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemsedîn (16). Birîndar li Nexweşxaneya Rehma ya bajarê Qamişlo tên tedawîkirin.

Di êrişa li ser gundên Amûdê de welatiyê bi navê Rodî Sebrî (30) birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyê.

ANHA