Meclisa Kantona Efrînê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker kir

Meclisa Kantona Efrînê sûcên dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî û êrişên rojane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê şermezar kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku sûcên dagirkeriyê rawestînin.

Meclisa Kantona Efrînê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker kir
8 tebax, 2022   11:42
ŞEHBA

Endamên Meclisa Kantona Efrînê li Hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi kurdî ji aliyê endama meclisê Leyla Heftaro ve û bi erebî jî aliyê endama meclisê Arîn Elî ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk Efrîn kiriye wargeha çete û komên radîkal û hate gotin: "Faşîzma Tirk ji roja ku Efrîn dagir kiriye, Efrîn kiriye wargeha kes û komên radîkal ên terorîst ku leşkerên dewleta Tirk wan diparêzin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk li Efrînê guhartina demografîk didomîne, bi zext û darê zorê dest datîne ser mal û erdên sivîlan an jî gelê Efrînê mecbûrî firotina erdên xwe dikin û ji Efrînê tên derxistin. Ji bo guhartina demografiyê bi dehan wargeh bi piştgiriya dewletên Kendavê bi taybet Kiwêt, Qeter û hin şîrketên Îxwanî yên filistînî ava dike ku koçberên Sûriyê yên ji ber şer reviyane bi darê zorê di wargehan de bi cih bike, bi xapandinekê xwe wek parêzvanên koçberan bide nîşandan û bi welatên Ewropayê re li ser vê yekê bazaran dike.”

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li hemberî kiryarên dagirkeriyê rawestin û wiha lê hate zêdekirin: "Her wiha banga me ji civata navneteweyî, bi taybet Neteweyên Yekbûyî re ku zextê li ser dewleta Tirk bike ku dest ji qirkirina Kurdan berde û artêşa xwe û çeteyan ji Efrînê vekişîne. Erdogan wek kujerekî şer bê darizandin û gelê Efrînê vegere ser cih û warên xwe."

(rs)

ANHA