Cenazeyê du şehîdên QSD'ê bi merasîmekê li Şedadê hatin veşartin

Cenazeyê şehîdên QSD'ê Ehmed Eswed El-Hemîd û Ramî El-Heco bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Şedadê hatin veşartin.

Cenazeyê du şehîdên QSD'ê bi merasîmekê li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên QSD'ê bi merasîmekê li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên QSD'ê bi merasîmekê li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên QSD'ê bi merasîmekê li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên QSD'ê bi merasîmekê li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên QSD'ê bi merasîmekê li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên QSD'ê bi merasîmekê li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên QSD'ê bi merasîmekê li Şedadê hatin veşartin
31 tîrmeh, 2022   14:24
HESEKÊ

Şeniyên herêma başûr a kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD'ê  Ramî El-Heco (Girnas Hesekê) ê ku 30'ê Tîrmeha 2022'an di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Esediyê yê Zirganê de şehîd bû û Ehmed El-Hemîd (Kawa) ê 28'ê Tîrmeha 2022'an dema erka xwe bi cih dianî li herêma Zîban a Dêrazorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Şedadê spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîdan ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî erebeyan ku bi wêneyên şehîdan û alên QSD'ê hatibûn xemilandin ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin û ji aliyê şervanên QSD'ê ve toraneke leşkerî hat lidarxistin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Îman El-Ferec axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina xeta wan heta pêkanîna xeyalên wê da.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El-Hisên bi navê meclisê axivî û got: "Em şerê hemû cûreyên terorê dikin ji terora cîhanî ya DAIŞ û şaneyên wê heta terora dewleta Tirk a dagirker dikin ku bi hemû rêbazan, bi êrişên xwe yên bi balafiran hewl dide  têk bibe."

Di dawiya merasîman de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Deham El-Ferec wesîqeyên şehadetê yên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin. Paşê cenazeyê wan li goristana şehîdan a Şedadê veşartin.

(dm)

ANHA