Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê soza parastina nirxên Şoreşa 19`ê Tîrmehê da

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û soza parastina nirxên şoreşê da.

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê soza parastina nirxên Şoreşa 19`ê Tîrmehê da
19 tîrmeh, 2022   11:07
MINBIC

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê Ehmed Şaban li pêşiya navenda meclisê ya li bajarê Minbicê û bi beşdariya endamên meclisê û rêveberiya xeta rojava, daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê dijîn, em vê boneyê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkumen û Çerkes pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê berdewamiya rêgeha Şoreşa 2011`an e û hate gotin ku li şûna bi çekan li dijî hev bisekinin, wan destê xwe kir destê hev da ku tiştê di encama şer de hatî rûxandin ava bikin û destwedanên derve têk bibin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê di heman demê de şoreşa jinan bû, ji ber ku jinan piraniya mafên xwe bi dest xistin û cihê xwe di qadên leşkerî, siyasî, civakî û rêveberiyê de girt.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate zanîn ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê çirûska şoreşa ciwanên azad bû jî, di heman demê de vê şoreşê rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst têk bir.

Her wiha hate bibîrxistin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê hevgirtina nîştimanî ya gelê Sûriyê zindî kir û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir nimûneya jiyana hevbeş û biratiya gelan.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Hemwextî salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê dewleta Tirk gefan li dijî herêmê dixwe bi wê re hewl dide Sûriyê parçe bike, tevlîheviyê çêke û bi hinceta parastina ewlehiya sînorê xwe bi milyonan sûriyan bide koçberkirin.

Di dirêjahiya dîrok û serdeman de her tim Tirkiye dijminatiya dewletên cîran kiriye û xaka wan dagir kiriye. Bi vê boneyê em li dijî êrişkaran û çi kesên hewl didin rûmet û azadiya vî welatî û vî gelî têk bibin, soza berdewamkirina di xeta vê şoreşê de didin. Her wiha em soza parastina destkeftiyên şoreşê didin û dibêjin ku li dijî êrişan û ji bo parastina sînorên Sûriyê em ê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelan bi dawî bû.

(eh)

ANHA