Di hundirê Çarçoveya Hemahengiyê de nakokiyên destnîşankirina postan hene

Hate ragihandin ku li ser destnîşankirina namzetên postên alîkarê yekemîn ê serokatiya parlamantoyê û serokwezîr de nakokî di navbera Hevpeymaniya Dewleta Yasa, Hevpeymaniya Fetih  de hene.

Di hundirê Çarçoveya Hemahengiyê de nakokiyên destnîşankirina postan hene
9 tîrmeh, 2022   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Al-Yaum Tv ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî, Çarçoveya Hemahengiyê dê rojên bê civîneke li dar bixe, tê de nakokiyên di navbera blokên çarçoveyê de nîqaş bikin ku karibin namzetê postên cîgirê serokê parlamanto û serokwezîr destnîşan bikin.

Têkildarî nakokiyan, çavkanî diyar kir ku Hevpeymaniya Dewleta Yasa heger bixweze postê serokwezîr bi dest bixin divê postê alîkarê yekemîn ê serokê parlamantoyê bide Hevpeymaniya Fetih, heman demê heger Hevpeymaniya Fetih postê serokwezîr bi dest bixe divê postê cîgirê serokê parlamantoyê bide Hevpeymaniya Dewleta Yasa.