Ji serê salê ve li Başûr 22 binpêkirin li djiî 62 dezgeh û saziyên çapemeniyê hatine kirin

Sendîkaya Rojnamevaniyê ya Herêma Kurdistanê rapora 6 mehan a binpêkirinên li hemberî rojnamevanan eşkere kir. Li gorî raporê ji serê salê ve 22 binpêkirin li hemberî 62 rojnamevanan hatiye kirin û piraniya xwe ji li Hewlêrê pêk hatine.

Ji serê salê ve li Başûr 22 binpêkirin li djiî 62 dezgeh û saziyên çapemeniyê hatine kirin
4 tîrmeh, 2022   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Lijneya Parastinê ya Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamevanan ya Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, rapora binpêkirinên li hemberî rojnamevanan yên di nava 6 mehên sala 2022’an de pêkhatine, eşkere kir.

Li gorî daneyan, di 6 mehên sala 2022’an de 22 binpêkirin li hemberî 62 rojnamevanan hatiye kirin. Di rapora ji aliyê sekreterê Lijneya Parastinê ya Sendîkaya Rojnamevanan Dr. Newzad Hesen ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin: “Ji serê salê ve gelek caran kel û pelên rojnamevanan hatin şikandin, dîmen û fotoyên wan hatin jêbirin. Bi giştî 22 binpêkirin hemberî 62 rojnamevan pêk hat. Ji vê hejmarê 2 bûyerên binçavkirinê, 8 rêgiriya li nûçeyan, 4 bûyerên bêrêziya li hemberî rojnamevanan, 3 bûyerên şikandina kel û pelê rojnamevana û desteserkirinê çêbûne. Bûyerek êriş û êrişî ser saziyek ragihandinê, her wiha dû bûyerên derxistin kar pêkhatine.”

Li gorî raporê, herî zêde binpêkirina hemberî rojnamevanan li bajarê Hewlêrê pêk hatiye, pişt re Silêmanî, Dihok û Kerkûkê.