‘Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan’ cezayên li dijî rêber Ocalan şermezar kirin

‘Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan’ cezayên dawîn ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê şermezar kirın û bang li rêxistinên sivîl û hiqûqî yên peywendîdar û raya giştî kir ku xwedî helwesteke cidî nîşan bidin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Ocalan serbest berde.

‘Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan’ cezayên li dijî rêber Ocalan şermezar kirin
30 hezîran, 2022   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan bi daxuyaniyekê cezayên dawîn ên desthilata Tirk a faşîst li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kirine, şermezar kir.

Însiyatîfê destpêka daxuyaniyê ev tişt destnîşan kir: "Binpêkirinên sîstema dozgeriyê ya Tirkiyê nehatin çareserkirin, ji wan binpêkirinên sereke; 31`ê Gulana 2022`yan Dadgeha Cezayan a Bilind a Bursayê li dijî birêz Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê cezayên nû birîn. Piştî parêzerê rêber Ocalan 23`yê Hezîranê ji bo hevdîtinê serlêdan kir, ev biryar hate eşkerekirin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate diyarkirin: "Ev ne cara yekemîn e li ser rêzdar Abdullah Ocalan di girtîgeha yekhucreyî de cezayên disîpilînê têne birîn, lê belê ji dema dîlgirtina wî bi komployeke navneteweyî di 15`ê Sibata 1999`an de û bi vir ve ev kiryar dewam dikin. Sedema vê yekê jî ji ber ku banga biratiya gelan û banga azadiya jinan dike û wê wekî dozeke stratejîk dihesibîne." 

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Di dirêjahiya van salan de parêzer bi muwekilê xwe re hevdîtin pêk neanîne, geh îdia dikin ku rewş ne baş e, geh jî rêveberiya girtîgehê cezayan keyfî yên bêserûber dikin sedem. Di heman demê de ruxmî ku ji mafê girtiyan e bi malbata xwe re rûnên lê kêm caran malbata birêz Ocalan pê re dicivin."

Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan di daxuyaniyê de hemû cezayên derqanûnî û nerewa yên li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got ev biryar di tu peymanên navneteweyî û hiqûqî de nehatine destnîşankirin û wiha dewam kir: "Em cezayên dispilînê wekî binpêkirina mafên girtiyan bi taybet siyasetmedarên navdar ên wekî birêz Ocalan ku doza gelekî bindest temsîl dike û çareseriyê ji bo hemû gelên herêmê pêşkêş dike, bi nav dikin."

Însiyatîfê di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên sivîl, hiqûqî û raya giştî kir ku li hemberî vê yekê helwesteke cidî nîşan bidin da ku mafên girtiyan li gorî peymanên navneteweyî yên parastina hiqûqên girtiyan dikin, biparêzin.

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku li gorî biryara Meclisa Mafên Mirovan a Ewropayê serbest ya têkildarî girtiyên siyasî ku piştî 20 salan ji hikumê divê serbest bê berdan, rêber Ocalan serbest berde û dawî li binpêkirinan bîne. Ji ber ku girtina rêber Ocalan heta niha, binpêkirina mafên mirovan.

Însiyatîfê her wiha bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku serdana rêber Ocalan li girîtgehê bike û çarenûs û rewşa wî ya tenduristî ji raya giştî re eşkere bike.

Însiyatîfê di dawiya daxuyaniya xwe diyar kir ku ew ê bi hemû însiyatîf û rêxistinên ku vê biryarê şermezar dikin, yekdest bin.

 (eh)

ANHA