​​​​​​​Dayikên Aştiyê û meclisên jinan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir

Dayikên Aştiyê û Meclisên Malbatên Şehîdan li kantona Hesekê û navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo, bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

​​​​​​​Dayikên Aştiyê û meclisên jinan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
​​​​​​​Dayikên Aştiyê û meclisên jinan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
​​​​​​​Dayikên Aştiyê û meclisên jinan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
​​​​​​​Dayikên Aştiyê û meclisên jinan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
​​​​​​​Dayikên Aştiyê û meclisên jinan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
30 hezîran, 2022   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Aştiyê û meclisên jinan ên Malbatên Şehîdan ên Kantona Hesekê bi daxuyaniyeke hevbeş li bajar, navçe û kampên kantona Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Kampên Koçberên Serêkaniyê û navçeya Til Koçer a kantona Qamişloyê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha cezayên dawîn ên li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi dehan dayikên aştiyê, jin, malbatên şehîdan, koçer û endamên meclisan kom bûn û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan rakirin.

Li Hesekê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Hisên, li navçeya Til Temir diya şehîd Bahoz Til Temir û şehîd Bahoz Jîndar, Cinar Yusif, li Dirbêsiyê diya şehîd Şahîn Fatme Keleş, li kampa Serêkaniyê ya Hesekê endama meclisê Nalîn Biro û li Til Koçer endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Rewa Celûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di dirêjahiya deh salên şoreşê de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên faşîst ên dewleta Tirk û hikumeta AKP`ê û hevalbendên wê ji rêxistinên terorîst sekinîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi balafirên bêmirov welatiyan dike armanc, şermezar dikin. Êrişa dawî jî, li gundê Xaneserê yê navçeya Dêrikê yê kantona Qamişloyê bi dronekê li pêşberî civatê û hêzên navneteweyî du erebe kirin armanc."

Di daxuyaniyê de tecrîda desthilata Tirk a li ser rêber Abdullah Ocalan û cezayên dawîn hatin şermezarkirin.

(eh)

ANHA