​​​​​​​Zîlan xeta berxwedan û fedayîtiyê li tevahî Kurdistanê belav kir

Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe xeta berxwedan û fedayîtiyê li tevahiya Kurdistanê belav kir û hêz da jinan da têkoşînê bidomînin.

​​​​​​​Zîlan xeta berxwedan û fedayîtiyê li tevahî Kurdistanê belav kir
29 hezîran, 2022   23:40
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Jin ji ber rihê berpirsyartî û hezkirinê rêya berxwedan û şehadetê hilbijartin da ku jiyaneke azad û bi rûmet ji gelê xwe re ava bikin. Şoreşa jin û gelan, şoreşgerên pêşeng afirandin ku pêşengtiya guhertina dîrokî kirin. Jin li hemberî, koletî, faşîzm û nezanîbûnê sekinin û di oxira azadî û heqîqetê de canê xwe feda kirin

Di dîroka têkoşînê ya gelê Kurd de gelek mînakên vê yekê derketin holê, mîna şehîd Zeyneb Kinacî, Bêrîtan Hêvî, Sema Yuce, Viyan Soran û hwd..

ŞEHÎDÊN XWEDAWEND

Bêrîtan Hêvî, (Gulnaz Karataş) roleke dîrokî di afrandina dîroka azadiya jinên Kurd de lîst. Di 25`ê Cotmeha 1992`an de li Xakurkê heta guleya xwe ya dawî li dijî hêzên PDK`ê li ber xwe da, dema cebilxaneya wan qediya xwe teslîm nekir û ji serê zinarê çiya avêt. Di encama wê de şehîd bû. Bi vê yekê hemû cûreyên teslîmkariyê red kir.

Têkoşer Sema Yuce da ser şopa Bêrîtan Hêvî. Sema Yuce roja Newroza 1998'an ji bo pêkanîna çalakiya xwe hilbijart. Di wê rojê de li Girtîgeha Çanakkale, li hemberî  sûc û zextên desthilta faşîzm a Tirk û ji bo teşhîrkirina van sûcan, bedena xwe da ber agir. Ji ber ku rejîma Tirk nehişt ku tedawî bibe, di 17'ê Hezîrana heman salê de gihişt asta şehadetê.

Di destpêka Sibata 2006`an de Viyan Soran (Leyla Walî Huseynî)  ku fermandareke YJA-Star li herêma Heftenînê bû, li djiî komplo û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.

Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gelek fermandar û şervanên jin ên pêşengên şoreşê li ser xeta gerîlayên Kurdistanê meşiyan û li dijî êrişên qirkirinê sekinîn. Di 5`ê Cotmeha 2014`an de di şerê di navbera  şervanên YPJ/YPG û çeteyên DAIŞ`ê de li ser Girê Miştenûr ê Kobanê şervana YPJ'ê ya ji Efrînê Arîn Mîrkan bi navê xwe yê rast Dilar  Gencxemîs ber bi nuqteyeke çeteyên DAIŞ`ê ve çû û çalakiyeke fedayî li dijî wan pêk anî û derbeyên giran li wan xist.

Di çarçoveya  qonaxa yekemîn  Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr bi bomeyeke destan, tanaka leşkerên dagirker teqand.

Bi hezaran jin mîna şehîd Gulan, Fatûş Saglamoz, Rojbîn Ereb, Ronahî, Elfteriya,Jîn Rojhalat, Zinar, Doga, Têkoşîn Farqîn, Zekiya, Rehşan, Birîn, Ronahî û Zîlan ku heman rê şopandine.

 ‘BI ŞEHADETA XWE MEZIN DIBIN‘

30`ê Hezîranê salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) e. Têkoşer Zîlan di sala 1996`an de li Dêrsimê çalakiyeke fedayî li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li dar xist û şehîd bû.

Zeyneb Kinacî di sala 1972’yan de li navenda bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdisanê çavê xwe li dinê vekir. Wê li Meletiyê, Zanîngeha Înonû beşa rêberî û şêwirmendiya derûnî xwend. Beriya ku beşdarî nav refên tevgera neteweyî bibe, li nexweşxaneya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê kar dikir. Zîlan di sala 1994’an de li bajarê Edeneyê, di nava “Eniyê” de dest bi xebatê dike û bi qasî salekê xebata xwe di nav Eniyê de didomîne. Di sala 1995'an de li bajarê Dêrsimê tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe

Di sala 1995`an de rêya heqîqet û azadiyê hilbijart û  li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê tev li nava refên gerîla dibe.

Roja 30'ê Hezîrana 1996'an, li navendeke dewleta Tirk a li bajarê Dêrsimê çalakiyeke fedayî li dijî artêşê pêk anî. Zîlanê bi vê çalakiyê tirs di nava refên artêşa Tirk de çand.

Têkildarî mijarê hevseroka nivîsgeha PYD`ê şaxê Girkê Legê Eyhan Mûrad axivî, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: ''Şehadeta şehîd Zîlan xwedî wateyên taybet û nirxên pîroz e. Tu kes nikare bighêje wê pêvajoya pîroz. Em bi şehadeta wê serbilind dibin."

Şehîd Zîlan beriya şehadeta xwe nameyek ji cîhanê re nivîsandibû û têde wiha got: "Heger tiştek ji canê min buhatir heba, min ê daba. Ez dixwazim ji jinên Kurd re bibim sembol." Rêber Abdullah Ocalan çalakiya şehîd Zîlan bi manifesto wesifand "Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî berxwedan û têkoşîna min derbas kir. Ji niha û şûn ve ez ê bibim leşker û şervanekî ku bi rihê wê yê fedayî şer bike."

Eyhan Murad anî ziman ku fedayetî ne tiştekî hêsan e û wiha domand: "Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe jina Kurd rizgar kir ku bûye nimuneya têkoşîna azadiyê."

Eyhan Murad her wiha destnîşan kir ku ew di şopandina xeta şehîdên azadiyê de bi israr in û wiha pê de çû: "Em ji şehadetê natirsin, berovajî wê, şehadet hêz û îsrara me ya tolhildana ji xwîna şehîdên me re û domandina têkoşîna wan zêde dike."

Eyhan Murad bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide îradeya jinan têk bike û rê li ber têkoşîna wan a ji bo azadiyê bigire.

Eyhan Mûrad destnîşan kir ku şehadeta têkoşer Zîlan hişt ku bi hezeran jin bibin şopdarên rêya wê da ku azadiya xwe û civakê misoger bikin û wiha domand: "Piştî şehadeta têkoşer Zîlan, bi hezeran jin dan ser şopa têkoşînê. Em hemû têkoşiyan û gihaştin roja îro. Em hê jî bi îsrara di berxwedana li hember dewleta Tirk de, şopdarên rêya şehîdan e."

Ji bo dilsoziya bi şehîd Zîlan re, dayikên Kurd navê wê dan zarokên xwe. Eyhan Murad îşaret pê kir ku ji hemû pêkhateyan jin tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn û dan ser şopa şehîd Zîlan.

Eyhan Mûrad di axaftina xwe de berxwedana YJA-Star silav kir û got: "Gerîlayan YJA-Star li çiyayên Kurdistanê efsaneyên dîrokî li dijî êrişên dewleta Tirk dinîvisînin û derbeyên giran li wan didin."

'ROJA ŞEHADETA ZÎLAN BÛYE ROJA BERXWEDANÊ'

Eyhan Mûrad di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê da û got: "Bi berxwedana şehîd Zîlan, Sakîne, Ronahî û Bêrîvan em ê azadiya jinê li hemû qadan misoger bikin."

Eyhan  Murad wiha pêde çû: "Berxwedana şehîdan li gorî fikrên neteweya demokratîk ji aliyê hemû jinên ji hemû pêkhateyan ve, berdewam bike. Bingehên berxwedana şehîd Zîlan gihaştin tevahî jinên Kurdistanê. Ji bo wê jî roja 30`ê Hezîranê dê veguhere roja berxwedana azadî, wekhevî û biratiya gelan."

ŞEHÎDÊN JIN BI BERXWEDANA XWE RÛPELÊN DÎROKÊ NIVÎSANDIN

Eyhan Mûrad îşaret pê kir ku divê jin rêxistin û perwerdeya xwe xurt bikin da ku karibin li hemberî dijminê ku hewl dide şoreşger û îradeya wê têk bibin, bisekine. Her wiha destnîşan kir ku ji ber têkoşîna bê hempa ya jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev şoreş êdî bi şoreşa jinê tê nasîn.

Eyhan Mûrad wiha domand: "Şoreşa jinê ya li Rojava li tevahî cîhanê bûye nimûne. Bi vê yekê divê asta têkoşînê were bilindkirin da ku azadiyê misoger bikin."

Têkildarî berxwedana ku jinên şoreşger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên çete û dagirkeran Eyhan  Murad ev tişt anî ziman: "Îro bi sedan jinên şervan şopdarên rêya şehîd Zîlan in. Berxwedana Efrînê bi têkoşîna şehîd Avesta hate naskirin û di berxwedana Kobanê de şehîd Arîn Mîrkan rihê fedayetî nîşan da ku kilîta azadî û serkeftina şoreşê bi xwe re anî."

Eyhan Mûrad teqez kir ku berxwedana jinan nehatiye sekinandin, jinan asta têkoşînê bilind kir û nîşaneya wê jî şoreşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê pêvajoya ku em têre darbas dibin de em ji her tiştî re amade ne."

(bx)

ANHA