Meclisa Malbatên Şehîdan: Ji bo azadiya rêber Ocalan em ê li her derê têkoşînê bidomînin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê piştrast kir ku rêber Abdullah Ocalan di oxira azadiya civakê de her tişt feda kir û da zanîn ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ew ê li her derê têkoşînê bidomînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Ji bo azadiya rêber Ocalan em ê li her derê têkoşînê bidomînin
28 hezîran, 2022   12:46
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê îro daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Masûm Hesen ve li pêşiya navenda meclisê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Her wiha hate xuyakirin ku 23 sal e tecrîd dewam dike û hate gotin: “Armanc bêîradehiştin, bêçand û bêmafhiştina gelê Kurd e.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi hevkariya dewletên cîran bi dagirkeriya Tirk re di tecrîda li ser rêber Ocalan hat kirin û hate gotin: “Bila cîhan bizane ku eger rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad nebe, em jî azad nabin. Ji lew re, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê li her derê têkoşînê bidomînin.”

Meclisê diyar kir ku rêber Ocalan ji bo azadiya civakê her tişt feda kir, her wiha anî ziman ku ew ne bi tenê ye lê belê bi milyonan Kurd û gelên cîhanê pê re ne û dê li ber xwe bidin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina kesayetên welatparêz, şikandina vîna gel û têkbirina ewlehî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û hate gotin: “Lê belê dê nekarin îradeya me bişikînin.”

(dm)

ANHA