Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî vegirt

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê konê sersaxiyê yê Ferhad Şiblî li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê, vegirt.

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî vegirt
Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî vegirt
Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî vegirt
Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî vegirt
Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî vegirt
Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî vegirt
28 hezîran, 2022   14:04
ŞEHBA

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûspiyên herêmê berê xwe dan konê sersaxiyê yê cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê şehîd Ferhad Şiblî.

Piştî deqeyek rêzgirtin, hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Arif Şêxo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha anî ziman:

 “Destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê berhemên keda şehîd Ferhad Şiblî bûn, ku wî di qonaxa avakirina Rêveberiya Xweser li Efrînê û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêşengtî kir.''

Şêxo wiha domand: “Di qonaxa avakirina meclisên xwecihî û rêveberiyan de, li Efrînê, min bi şehîd Ferhad Şiblî re demên dirêj derbas kirin, ew roj heta tên bîra min, xwezî vegeriyana.”

Şêxo di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan be heta pêkanîna armamcên wan.

Bi navê Meclisa Navçeya Til Rifetê, endama rêveber a meclisê Reca Hisên jî got: "Em di bin konê serferazî û rûmetê  dekom bûne. Şehîd Ferhad yek ji kadroyên pêşeng ên şoreşa Rojava û yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e."

Reca Hisên sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî da.

Piştre, hevseroka Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Hêvîn Reşîd behsa rola girîng û sereke ya şehîd Ferhad Şiblî di avakirina Rêveberiya Xweser de ji destpêka şoreşê heta roja dawî kir, û wiha anî ziman: “Ev ked ji ber xizmeta doza kurdî û azadiya gelê Kurd bû.”

Di dawiya axaftina xwe de Hêvîn Reşîd wiha anî ziman: “Heval Ferhad mohra xwe di dîroka şoreşa me de hişt, û em ê ji şehadeta wî hêzê bigirin da ku li ser şopa şehîdan heta pêkanîna azadiyê têbikoşin.”

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(mh)

ANHA