Çeteyên dewleta Tirk 5 welatiyên din li Efrînê revandin

Îstîxbarata Tirk û çeteyên ‘Polîsên Leşkerî’ yên girêdayî dagirkeriya Tirk 5 welatî li navçeyên Cindirês û Şiyê yên kantona Efrnê yên dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 5 welatiyên din li Efrînê revandin
28 hezîran, 2022   12:29
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, dewriyeyeke îstîxbarata dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên Polîsên Leşkerî duh bi ser navçeyên Cindirês û Şiyê yên kantona Efrînê de girt û 5 welatî bi tawan û hincetên derew revandin.

Çavkanî da zanîn ku kesên hatine revandin wiha ne; Mihemed Îsmaîl El-Ehmed (32), Mihemed Elî Hemîd (26), Mûsa Mehmûd Hesen (24) ji navçeya Cindirêsê, Xelîl Sibhî Ehmed (32) û Welîd Ciwan Mihemed (28) ji navçeya Şiyê.

Heman çavkaniyan diyar kir ku aqûbeta her 5 kesên revandî ne diyar e.

(fr)

ANHA