​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê ziyanên topbarana li ser gundê Ereb Hesen belge kirin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê zirarên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de gihaştine gundê Ereb Hesen ê bakurê Minbicê, belge kirin.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Minbicê ziyanên topbarana li ser gundê Ereb Hesen belge kirin
27 hezîran, 2022   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê beriya niha ragihandibû ku vê sibê artêşa Tirk a dagirker bi tank û topan êrişî gundên Ereb Hesen, Ewn Dadat, Erba Kîlo, Cerad û Mefarîd ên bakurê bajarê Minbicê kiriye.

Navendê ziyanên gihaştine mal û milkên şêniyên gundê Ereb Hesen û mezreyên wê, belge kirin.

 (eh)