​​​​​​​Polîsên Tirk ji ber ku bi kurdî stran gotine stranbêjek destgîr kir

Stranbêj Veysî Belketin ji ber ku di dawetekê de bi kurdî stran gotin, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hate destgîrkirin.

​​​​​​​Polîsên Tirk ji ber ku bi kurdî stran gotine stranbêjek destgîr kir
27 hezîran, 2022   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Stranbêj Veysî Belketin, ji ber ku duh êvarê li taxa Ovaeymîr a navçeya Efeler a bajarê Aydin ê Tirkiyê di dawetekê de bi kurdî stran gotin, piştî dawetê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hate destgîrkirin.

Belketin bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” birin navenda polîsan. Tê payîn ku Veysî Belketin derxin pêşberî dozgeriyê.