Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir

9`emîn Kongraya PYD'ê li bajarê Hesekê dest pê kir. Tê payîn ku du rojan dewam bike û bi erêkirina rêziknameyê û hilbijartina hevserok û meclisa partiyê bi dawî bibe.

Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
Kongraya 9`emîn a PYD`ê dest pê kir
18 hezîran, 2022   07:11
HESEKÊ

Bi dirûşma "Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin", li gorî rêziknameya partiyê ku her du salan kongra bê lidarxistin, 9'emîn Kongraya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê dest pê kir.

Li gorî komîteya amadekar, 700 delege ji endam, nivîsgeh û nûnerên partiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê tev li kongrayê bûne.

Kongra li Hola Serdem a bajarê Hesekê tê lidarxistn, ku bi wêneyên rêber Abdullah, wêneyên şehîdan û alên PYD'ê hatiye xemlandin û nûnerên zêdetirî 32 partî û kombûnên siyasî yên kurdî tevlê bûne.

Her wiha bi dehan nûnerên partiyên siyasî yên erebî, suryanî û saziyên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, hin berpirsên din û Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û Rûken Ehmed tev li kongrayê bûne.

Li gorî komîteya amadekar, dê kongra 2 rojan dewam bike. Hevserokatiya PYD`ê dê axaftina destpêkê bike, piştre bi navê Saziya Gaziyên Şer, Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongra Star dê axaftin werin kirin. Piştre dê rapora salane were xwendin û rêziknameya partiyê were nîqaşkirin û erêkirin. Di dawiya kongrayê de dê hevserokatî û mecliseke nû ya partiyê bê hilbijartin.

(dm)

ANHA